Kurmanckî

Mehmet Çetin

Sala 1955’an, li Dersîmê ji dayik bûye. Dema ku perwerdehiya xwe ya zankoyê didomand, ji ber kiryarên xwe yên polîtîk hat girtin û ji heşt salan zêdetir di girtîgehê de ma. Dîwanên wî yên bi navê Ba û Seqaya Gulê û Biyekdengî hê bi xwe di girtîgehê de bû hatin weşandin. Di pey van re, pirtûka wî ya kurteçîrokan Asmîn, berhevoka wî Kulîlkên Rezberê û dîwanên wî Bîranîn e, Bişewitîn Vî Fotrafî, Evînqelînek û Bi Lalûteyî derçûn.


Her wiha, pirtûka wî ya nivîsên lîrîk a bi navê Atımı Bağladım İğde Dalına (Min Hespê Xwe Bi Şaxa Sincê Ve Girêda) ji aliyê Weşanên Agorayê ve hat çapkirin.
Helbestên Mehmet Çetinê ku yek ji wan damezirînerên Kolektîfa Piyayê ya Weşanê û yek ji wan edîtorên kovarên bi navê Kunduz Düşleri û Ütopiyayê ye, bo gelek zimanan hatin wergerandin û ji aliyê muzîkjenên cihê ve hatin bestekirin. M. Çetinê ku wergêrî û edîtoriyê jî dike, li bajarên Amsterdam, Stenbol û Dersîmê dijî û bo weşanên curbecur nivîsan dinivîse.


pûşpera gêlazan / kirazların haziranı
Mehmet Çetin
Werger: Lal Laleş – Kawa Nemir
k.haziran_k
beşa I.
“ji bo xeberdana bihara biratiyê ya ku gulê
bi gulê diwezinîne bo rojan û gulan”

bihara biratiyê

hesreta ku dibêje, axîna ku dibêje, te jî
bidîta bihara li ber derê me, niha tu di nava
me de bûyayî ev mizgînî bo te ye helbet

li ser navê jibîrbûyiyên di gorên berze de
li ser navê dîlgirtiyên di nava tixûban de
li ser navê bistiyên sosinên dengên xwe windakirî
di zimanên ku pê nizanin de û li ser navê kesera wan
li ser navê oxirzarokê birûbehîv î çavbehîv
êdî mizgîniyê bide tu loguliyo loçiyayo lorûbaro

ji bo xeberdana bihara biratiyê ya ku gulê
bi gulê diwezinîne bo rojan û gulan
loo yê ku di kêvir di heyteholê di êgir de hatî taqîkirin

behzatê li gel dara ew pê ve girêdabûn hatî şewitandin
leqlaqa bîroke û jiyana hatî jehrdadayîkirin
ew rûbarê di avên xwe de hatî xeniqandin
bêyî ku bike axh bêyî ku gazinan ji dilê xwe bike
dîlê dawî yê temenê xwe gorî xewnan kirî
mizgîniyê bide bila birîna xwe bipêçe ew guliyê şikestî

li ser navê hesreta hemû jibîrbûyiyan
ax gelê kesîb ê rû spîçolkî bûyî ji janan
mizgîniyê bide helbet wê behîv vedin kulîlkan

xaka ku dibe çol pelê emanetî bê
bîranînên çilmisî, guliyê şikestî û pesarên xemgîn
hevriyên ku nepenî dibin bi bişirîneke tenik
serhatiya çepverû a ku li kendalê tenêtiyê diçilmise
da ku cejna xwêdana eniyan bi roniyê were pêşwazîkirin
mizgîniyê bide ji çiyayê xewnan bi firê ketin balinde

mizgîniyê bide ey hêsîrî û keda rengareng
da ku biguhere dinya da ku bibe komînya
tu bi xatirê xewnê wê behîv dîsa kulîlkan vedin


çîgan

navê me ku bûye çîgan her çawa be
bila wisa bimîne em esmer bimînin jixwe
axayê giyan bendeyê bedena me
yeko yeko bi xewnên xwe re bi tawanên xwe re dîsa
em çilo bin em wisa herine pêşiya şevê

em bikevine baxçeyê qedexe bila wilo bizanibe her kes
em tûncik temelî şeh bikin li ber fîkîniyê
ku em bin qewmekî emanet ji parzemîna winda atlantîsê
bila bibêjin çîgan bo sifredanîna me ya di baxçeyê qedexe de
naxwe em vekin guliyên cîran hê me ji bîr nekiriye vekin em
wilo be, em gulan bidizin ji baxçeyê ravel bidizin em

em guliyê di rûbar wer bikin çiyê di şevê royê di heyvê
em lê xin herin hesreta me ji hemû peravan re
ji me re gotin çîgan nav bi pey me ketiye her çawa be
em bidizin biçirpînin li ber daraza xwe bisekinin
em detone bibin bila me bidarizînin aryabêj
em bibin lawteya çerkezan li dengê xwe
bila her kes strana xwe lê de ji dengê me
her çawa be em çîgan hatine hesibandin

dibêjî qey li vondelparkê du qijaq in em
em çilape bikin bi hev du re bi pisîkên xwe re
bila bihar bê havîn here roja payîzê dîsa em
bêyî tirsa zivistanê em germ bibin di nava hev de
ku çawa be kes me nahesibîne kes nas nake keserê

tu çîgan bimîn werê ez ê bibim dara te jî
ez ê te di guliya xwe de mezin bikim ji dema heyvê re
ji bo ku di baxçeyê te yê qedexe de safî jehran vexwim
ji bo ku di stûyê te te siyan mezin bikim
ji bo ku li ber siya te bi çîganê ve bi ser de
bimirim, bi nefsbiçûkî…


nexweş

ma min xwe çi nehesiband di hewşa xewnê de
hûn pê dizanin, zinarê çikandî bûm li dûrtirîn
rexê dinyayê, ê ku tûşî xwedayê we
dibû, kes bûm da ku bibûma hîç
min got qey ji çar birayan yek im
bûm sirr ji etleza sêla esmanî re

di kuçeya min re sîwan derbas dibûn
gava ku pîrejinên rûm derbas dibûn
di kuçeya te re, ma baran û hew
min gotiye hesp kêm in

xezeba xwedê ne kêm e ji ser serê me
birayê menoitos jî bûm, ku birûskê lê xistibû
ew xistibû binê heft tewekên erdê
ma min xwe çi nehesiband di hewşa êgir de

li kuçeya wî kûçikê gerok im
ê ku di piziyên xwe de bi mirarê pisîkê digeriya
li rêbûrînê, ma baran û hew
min gotiye, hesp kêm in sermesele

birayê epimetheus jî tême hesêb
ewê ku belaya jinê li sêrî gerandibûn
bihesibînin prometheus bûm, ê ku bi zinarên
xalî ve zincîr kiribûn, cerg û mêlakên wî
dabûn teyrên dirrinde, hûn pê dizanin jixwe

lê hûn ê ji kû bizanibin ku li jêr zilma şevê
li ber taya çil û tiştekî derece bûm perperîk
di sawa xwe de ma min xwe çi nehesiband
dema ku ne kesek bûm bi tu kesî re

stranên ku diniqutin dilê min tif dikim
derdixim davêjime kuçeyê cerg û mêlakên xwe
davêjime nava taya xwe, dilê xwe jî
ma min gotiye çi, hesp kêm in

çûyînê ez ê biçûma a rast
belam nînin hesp belam zor nexweş im

di hewşa êgir de bûm helbesteke lalûte
ma min xwe çi nehesiband
dişibime neteweyeke posîde yî çerkez
ku hespê xwe yê dawî jî daye dizîn

ne kesek bûm a rast
nîn im bo tu kesî bi kesekî re
hûn pê dizanin lo nexweş bûm û hew

stenbol, 1993


helbesta yê ku kevir e

ezel; eyyelaa, got qey

tenê bûm li keviya kevirekî
sekinîm min ew gul rahişt ji xwe re
min pêl hilda ji deryayê, bo dengê xwe
rewrewkeke tarî ya di nerma xwe de bêdeng
li gel kesereke êvarê ya qeşeng li pêsîra min
derketim şevê her şev ji xwe re

şev qediya qey; bila biqede ku huş bim ez

tenê bûm li keviya kevirekî min lalek girt
stran jî girt ji xwe re ji wî bayî
min got ew dilê xwe li çiyê li şaxê xist
paşê min kelehek girt xwe kire zindanê
bi qajeqaja dengê xwe yê li gel bîranînê

bêyî ku kêfê biqewitînim li vê dinyayê; naqewitînim kêfê

ebed; eyyyyyyelaaaaaa, got

bila zara qîzîn a ku bi dengê şeva
halikarnasê keviran davêje deryayê
li min nenihêre; bila bes pêşniyar bike
ew gulfiroş; bila bê li ber lingên min
huş bibe; pêla ku ji jeber têye

çûm paşê min gote tenêtiyê sax bî
çûm paşê min pirsa xwe kir ji wî kevirî
min xwe dît paşê razam li kêvir

êdî; min got, eyyyyyelaaaaaaa

kos-bodrum, 2002


cîrana min a bedew dîlemma

kevir jî bi min re radizê cîrana min a bedew
bêkesên bajêr sardonyayên malan
pesarên dilkeser radizên rûbarên dirêj jî

raza sermesele îraqa ku di neqeba me de tarî dibe
li nexşeya xewneke ku hatiye dagirkirin
çirayên ku li ber baranê dişikên razan
kêrên tazî yên ji derewan filitî
metana di kana madenê de û şeş karker

bo çiqlê dara ji bejna te kiniktir bîranîn
elî jî raza di xewna min de di dilqê îsa de
hemû kesên ku ji jiyana ku erda mayînkirî ye direvin
li gel mûnzûra ji hevdeh derên xwe xencerkirî
mirovên jiyana min a çepverû yên xewnbirîndar

bibe lawirên birîndar ên gerdûnê yên yek bi yek
bi min re raza ezel û ebeda min jî

raza bi min re ew tîqetîq li ser navê xewnereşkê
lawê ji jenandina borîzana îsrafîl re dereng dimîne
bi oxirê ku hatiye çilmisandin re qoser raza
bi qîrînên zangoçê dengasûrî re laleş

bavê min bû bi dengê xwe yê bêhn titûna qaçax
stêrka çilmisî ya ku di qelşa şevê re direve
pêjna piyan li ser peyarê û ê nizanim çi
raza bi min re cîrana min a bedew ax jî

ax jixwe bi min re radizê cîrana min a bedew
gava ku radizê dipirse lê: pêçeka dîwaran jî
gelo ev jiyan e saw û sepet e; dibêjî qey dîlemma


derengmayîna gulê

dibare ne ku nabare berf
ji erciyesê ta zincidereyê
li ya ku derbasî hundir dibe ji nava me
dibêjin gula derengmayî nikare bê
êdî berf dikare bibare her derê

dibêje dîsa jî kuliyeke berfê
bila bibe dilxweşiya te ev payîna te
tu bi helbesta xwe ya ku dîlê xwe rizgar dike
bibişire dîsa di dilqê spî de

zincidereya di dilqê spî de
di navê de janên bîranîna gulê

bi êş û arhan bî jî rabihîze
dilê xwe pêşî li ser girmilka xwe
ceribandina dawî bi hesretê, bibîne
bide tengala xewnên xwe têkeve rê dîsa
bihêle bila hilgêrî çiyayan bibin
hespên te yên xewnî yên baskraz
li ser baskên wan razê tu
bibe xewn bibe gul bo payîna xwe

qey bi derengî ketiye gul dibêjin nayê
êdî berf jî dikare bibare hundir

girtîgeha zincidereyê ya leşkerî, qeyserî, 1982


ez ê biçim

di tanga darên kesketarî re derbas dibûm
min ev yek nas dikir ji jiyana xwe ya berê

derbas bûm ji destên te ji êla te
û bi wan destên te dest avêt xwe
bûm fîlê te ketim nava xwe ya bêpenah
dilê xwe: ango dukana xwe ya zucaciyetiyê
ketimê.. û min got ev talan e

min got lê çiyê min maye da bistînî
ji min: qey evînê qey dilsozî bi navê jiyanê
hê berê çendî lûleyan bidime xwe

çawa ku di tanga zeytûnan re derbas dibûm
min xwe li ber siya sibehê kerr dikir
guhê xwe dida henaseya kurê xwe
bi kedera wî re heder dibûm axh
diketime ber bayê qetlên masîgirê li golê
ku di hingûrê de jî dikuşt
dixwazim bi wê zoqaya di gewriya xwe de
bikim kurtepist û dara zeytûnê biçikînim..

-gava ku min digot: kêra xwe disû evîn

li quntara çiyayê sîpîlê daristan hebûye
di dêmê pesaran de xemze vedibûye
bi hênikahiya sibehê ya siya çiyê re
pitpitokek dîsa zeraq direşandiye
jiyan hêjayî çi qas tiştî bûye
xwe li tayê porê siya xwe ya sibehê bigirim
ez ê, razêm wekî zarokekî berê..

-min dikira bigota: kêra xwe ji ber xwe dikişîne evîn

bi dengê xwe yê te sûtî te
te got dîsa: ev talan e
ev talan e, te got ji nû ve
ji bêgaviyê min destên xwe rakirin jorê
min nas dikir ev yek jî ji jiyana xwe ya berê

lê ez ji bo bîranînekê hatibûm
ber siya te jiyanê, ez ê westa xwe daynim biçim

lê ez ji bo bîranînekê hatim
minê ew bigirta ez ê biçûma bîskekê bi şûn de
ji ber derê te jiyanê, ez ê biçim
ji destê te ji êlên te

ez ê biçim, di tanga darên zeytûnan re
ji bo ku berî min bidî xwe meêşîne
nas dikim ji jiyana xwe ya berê

ez ê biçim..

îzmir, 2002



beşa II.
bi lalûteyî

“ne tiştekî eynî destên te ye jiyan
wisa napelîne dilê min”


sentûr

sentûra li rûyê layê din ê zagrosan lê dixe
sazek dibe zarok di meteloka wî de raz digirî
digirî û bo şeva meczûb dibe çav
dibe rondik radihêje robarî dide ser rê

radihêje rêwiyê xwe rê di şevê re derbas dike sirrê
radihêje piyala tijî pê dide vexwarin ku xewn an jî jehr e
dide keribandin peyvê, diqede dema rewanbêjiyê bila biqede
dişikêne peyva ku bûye kevir li çiyê dengê wê dibe aşît

ew sentûra li vî rûyê zagrosan deng jê dibile
dibe aşîtek dibe gelek li çiyayê xwe dimire


sebr

sebra kerran e çîroka min
bendewar e di navrêza
du çeman de

binê zemanan bû
jiyana min a berê bû
ez xewn dijiyam bi ewrekî re
min hildigirt, maçî dikir hêlima
zerfên ku min bi destên xwe çêdikir

ji xortaniyê bû

min kulîlk av didan
ku hinek tim dikin vê yekê
lê min ji xewna ewrekî
av dida kulîlkên hişkbûyî
destên min wê hingê bi qasî çemekî

ecêb bû

paşê çavên min digiriyan hey digiriyan
mabûm li benda deng, bi sebra kerr
a kulîlkan guhdarî kiriye min
li qîrînên dilê xwe yên payîzî
min nas nekiribûye çavên xwe qet
min gotibûye qey wê li ber siya kulîlkeke
hişk hêşîn bihata, bi çîmanan ve
li bendê mame bûme ewr bo esmên av bo çolê

sebra min a kerr e: ji sebra min e


jibîrkirin

I.
demê bi çepê de bişemitîne dilo bi aliyê çepê yê bîranînan ve jî
xemzeya xemgîn a rûyê min ê bîroke bike dîbar
wekî pelên tazî birînên min bike dîbar paşê
min ji bayê kurederşiyê bixe ser rê bicemidîne
gava ku li çepikan bidim ji tîqetîqa wê re bi destên nejêhatî
piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe bîranînên min

II.
ên dizanin jixwe dizanin, axînek bûm li bavê xwe çûyî
min dengê xwe birrî ji dêvla ku biaxiviyama ecêb bû zarokatî
ji min hebû giraniya gotinê heye min ew li ber siya xwe razand
kingê ku diya min di goştê min de bû çend derbên kêran
negot dengê xwe ji bîr meke wê jana te lalûte mezin bibe
piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe birîna min

III.
kîjan masîgir dinihêre li çavên masiyê ku digire
li sirgûniyê kî çav bi wan çavan ket da ku wan bîne bîra xwe:
bavê min bû berî wî dan lo hat mir li sirgûniyê
ribês û simbil hildabû hatibû wilo dihat
li gel xemzeyên xwe yên ku bi qulingan re semager bûn dihat
piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe bavê min

IV.
bîne bîra xwe vê bîranînê esmer bû cîhan hevrê bû
zargana bû li ser avê bi avjenî dihate mirinê
di dengê kontrbasekê de ma ew bişirîna wî
û siya wî ya ku li çiya û baniyan diçilmise çima bê kes e
ku çu kes nikare hilgire tu dibêjî qey giran e
piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe cîhan

V.
lê bi bîra te dixe dem evîn bû beriya ku frezya biçilmisin
her tîqetîqeke qasida dilê min diçû ew peyda dikir
ew radimûsand li serê her qorziyeke ku wî li şevê disiksikand
ji avên kûr ji nava bayên zûrezûr de dihat dengê wî
ku heyvbanûyê dihûnand porê wî û paşê şevê
piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe taveheyvê


ba

min mişext bik ji fîkîniya bê ya xeyidî mişext bik
ji nava vê evînê ji nava vî gelî min mişext bik
mişextî amazonê bik ku te bivê tevî daristanê bik
tevî hoza heyvê ya li dûrtirîn peravê bik
tevî sewta beqê çavav bik
di xurmîniya daristana baranê de
mişextî qetleke sermanşetî bik û qetil bik

mişextî jîna çîrvanokbêjan bik xeyal bik min
bi axa bêhnbaran mezin bik min
mişextî beyaniyên rûleylaq bik
min bik nêçîra xweciyê ku tîra wî difirre
ji kevana wî bik nêçîra birayê min ê xizan
li ber siya min ji bîr bik avê binivîne balindeyê
sefereke dirêj hêvî bik bo rêwiyê bê
payîzê hêvî bik bo zerê havînê da neçilmise xeyidî
mişext bik min ji fîkîniya bê ya xeyidî mişext bik

mişext bik min ji fîkîniya bê ya xeyidî mişext bik
ji nava vê evînê ji nava vî gelî min mişext bik
bi pey dengê min xîne şikestî be jî
helbet heye straneke her kesê qewirandî
lalûte be jî min mişextî qewlê min bik

mişext bik min mişextî fîkîniya bê ya xeyidî


mirin

erê, we em hema rast li vir kuştin
kêliya ku keçele’yneqan dikirana bihatana jî
binivîsin li zeptnameya cînîşandanê
em rûniştî bûn, ji rê hatibûn westiyayî bûn
em pêjna gavên balindeyên havînê bûn
a ku dihat ji selebendiyên hênik
û li ber mirêkên sazbendan ên sedef
me porê xwe şeh kiribû berdabû herikana
barana dawî, beriya tîqetîqê

paşê.. we li vir bi me ve danî
hema rast ji vê dera me

ku derbas nebûya neçûya wê haya rojê hebûya jê
haya stêrkên ku wekî kurtepistê li şevê belav dibin
me yê jan nekişanda em ê neqefiliyana belkî bi tena serê xwe
wekî tenteneyê bi wê bêdengmana tenik re li kêleka hev
wê di devê me de neçilmisiya havîna wan avan

va ye we hema rast li vir bi me ve danî
hema rast ji vê dera me

ji bîr mekin..


nivîn

dema ku reviya dûrtirîn odeya şevê
li wir rûyê min di rûyên din de mirin

kulîlk têra gulî gulî têra darê nake
dirûvpevketin tiştekî ecêb e di keserê de
hê hişê min têra cihêbûnê nedikir
ceger dike tê evîn

wexta şevê yê qaçax û gezgezkî
ez dibim sekna cenînî ji xwe re

tune tiştekî ez ji cinên xwe re gilî bikim
şev jixwe li wir zêde dibe û heyv
gava ku dixîne mirinê quntara min a çiyê
dimeşin tên bîranîn

ku în devê xwe vedike ez dalana şevê
dibime bêdengiya cenînî ji şemiyê re

nas dikim jî bê çawa ax kulîlkan vedike
êgir jî nas dikim ez çi qas ne derwêş bim jî
min got ez vegerime helbestê ku korsîkayî bim
paşê bi avê û çîroka min a bîroke re
sinc jî diwêre

şeva ku xelekên zincîrê dibiriqîne
dibime reva cenînî ji laşê xwe re

ku gewdeyê xwe davêjime serê wî aliyê
şeva ku ez bi heytehol deverû bi ser de dikevim
xêlekê bi şûn de wê nivîn jî bişewite
xêlekê bi şûn de ji min çi bimîne

ez hê di serê şevê de me hê dûr
dûrî ronahiya bîra ku jê re dibêjin evîn
dibêjime tirsa bê
nivîn jî diwêre

ku wiha be, dibêjim,
dirêj dibim va ye nava helbestê
dibe, ez ê vê carê jî çeperast rakevim


helbesta westê

tê bîra avê
xoşewîsteke min hebû ewrên wê li giyanê min dihatin

gava ku di şara hevrîşim î keskê tarî ya stûyê wê de dibişirî av
gava ku bêrî rind bû gava ku çîroka bişirînê gulnaz bû
ew striya esmer bû di şevekê de dabarîna wê ya dengboq huş bû
biteqiz gote optîmaya min wê kêliyê min gote şevê huş be
ez lalûteyê gelê dûr ê bi dîroka xwe ve huşbûyî bûm jixwe
ne taqet dikim bimirim ne jî pê şa bibim avekê bide bi destê xwe
ku ew çavên di dêst de kêra keskê tarî niha lê din bên

ez ê nema binivîsim zorbiriyên tawleya evînê
ez ê helbestan jî nenivîsim: gava ku bi hemdê xwe av birije
axîna min a ji raza odeya ku madam de cock tê de miribû
ez ê bêriya strana zarokatiyê nekim min pak nedigot jixwe
te’milteng in ji dengê balindeyê min re direvin ji belakiriya wî
wekî dargerînka ku bi serê çiyê ve hildikişe xwe li bextê xwe bigirim
lew li wir xoşewîst hebû hînga ku ewrên wê li giyanê min dihatin
gelo arî paşê dibe cihêbûn evîna min westiyayî me ji wê re

ku ew çavên di dêst de kêra keskê tarî niha lê din bên
tê bîra min xoşewîsteke min hebû ewrên wê li giyanê min dikirin


şopa wê dimîne

min qewlê xwe bo te hilanî tu bo dengê xwe bîranîn
bûm hesp min xwê û nan kişande çiyayên binefşî
helbet tiştekî dizanim lew bûm şev li hêviya heyvê mam
bûm gîha rojeke havînê çilmisîm li hêviya payîzê mam
bûm sedem ku navê te bibe leyla bi dînbûna xwe ve
li beyabanê bûm bendewarê te bi navê tûba ew pê nizane
ji evînê kevintir e qewmê min huş bûm li hêviya sirrê mam

ku biqele jî koka mirov helbet tiştekî dizanim dibêjim
naqede evîn, di dengê rûbar de dimîne şopa siyekê



beşa III.
evînqelîn

“tiştek bû jiyan dibû ku
û bû ‘tişt’ bi saya serê we”



helbesta muhtemel

belkî bayekî ji fîkîniya xwe xeyidî me ez
dema ku niha tenêtiyeke bigumînî û dirêj
a li barkeştiyeke li deryaya baltikê noqbûyî bê deng
û penaberekî bo zimanên din hatibe jibîrkirin bim
muhtemelen ez ê bibim zarokekî lalûte

pişt re, xewa dawî ya ji şevê xeyidî me ez
dema ku hewş bêhneke sêpiyan a tûj in
dibe xewnereşk dinizile xewna min ji ber ku dewlet
ji bo ku ji dengê heyv û avê derbas nebe çu kes
muhtemelen ez ê bibim kuçeyeke teng î tol

wekî din jî, xencereke ji kalanê xwe xeyidî me ez
min ew ceriband bi jehr û utopyayê di êgir de
gava ku tîzmarekî ji çil ciyî qutbûyî be temenê min
tê gihiştim stenbol min di roja xwe hilnayne
muhtemelen ez ê ji amsterdamê re bibim cihok

pişt re, rûbarekî ji besta xwe xeyidî me ez
diherikime xwe bo wî her masiyî
gava ku di devê xwe de digerînim qîrîna windayên xwe
û ku ez ê bibim pelê pêşîn ê ku ji guliya dara we bikeve
ez ê binivîsim tiştên ku hûn ê nexwazin bibihîzin

ku muhtemelen kêliyeke din ez ê bibim safî sixêf


xemgîn im

ne şad in jinên şaneşînên bikulîlk

ji ber neşadiyê xemgîn im hezkiriya min
frezyaya ku ez nikarim van bibêjimê
ortancaya ku bi dengbiliyayî lê dinihêrim

ji bo ku bê zar dikim xemgîn im
rûkê dinyayê ku siya xwe didime serê
rûbarê ku dibime dilop diherikimê
roja ku eniya xwe pê germ dikim
ava ku xûz dibimê vedixwim

xemgîn im kevirê min di serê xwe de hûrhûrî kirî
ceyrana bedena min parçekirî
feleqeya min hewara xwe gorî kiriyê
dilê min ê min kirî evîndar, axx

xemgîn im ji ber xezeba xwe ya ku kêrê disû
ji bo ku ji bo ku
wekî belavokekê vedikişime hundirê xwe

hezkiriyê, tu: bedew î. berra jî
belam ma tu bedewtir î ji rûyê min ê xemgîn
ji heznîtiya rûyê min ê zarê kurîn ê ku tu xemgîn dikî
ji rûyê te yê li rûyê min ku her diçe bêtir dibe zarok

xemgîn im qîrîna ji her xewnereşka ku ez li xwe dikim sibeh
kuçeyên peraya kevin ên li ber talanê
qey ji ber ku dişibime we
gava ku dibînim rûyê gedeyê tînerkêş ku şîrmaqên
polês li ser hev lê dişîrqin: ji bo ku şaşomaşo xwe kerr dikim

xemgîn im

ev bûn ev çivîk bûn ên ku li strana min dixistin
dilê min ê ku lê dixist ez dixapandim ez vedixwendime
guliya dara xwe. bi qasî çiyayiyan ketim kemîna wan
kurepista min a hê nebûyî qîrîn bê deng ma: xemgîn im

xemgîn im: hilnehatim di derewa xwe min xwe nespartê
ji bo ku mam di herasa qetla xwe de
xemgîn im ji bo ku bi pêgiraniyê ketim
ji bo ku ji min nehat rabim biçim, rahêjimê biherim

ji bo ku navê te fişirîme peçeteyê dibe ku
rojekê be jî ji bo ku min dest hilneanî
ji bo ku min çong neşikand ziman neşikand nelîst

ji bo ku min tu aciz kirî xemgîn im hezkiriya min
ji bo ku vê carê min tu zû rakirî taştê

ne şad in mêrên şaneşînên bêkulîlk



beşa IV.
bîranîn e, bişewitîn vî fotrafî

“ev berhemhênaneke xewneheyvî ye”


takezarokê min bû dilê min

dîrokeke xemgîn ket navbera me

di binê guliyeke şikestî ya daregulê de
kemanên şikestî difiroşe niha

dilê min bû

dirêj bikin: weku hûn dest di awêneyeke bêzuhr bidin
hinekî din jî tiliyên xwe dirêj bikin ezbenî

meyzênin, odeya mêvanan bû ew dera han
vekirî bû. hinek hatin tê de man carinan
hinekan jê hez kirin êşandin xûz bibin lê meyzênin

qala dilê min kir me ezbenî qesrek bû
belam kavil bû di vê serpêhatiya ku hey dirêj dibû de
xwîn ji wir kişiya ji piyên min hatin ezbenî
baran bibariya min rondik nedidîtin êdî
min heq kir. ji min derbas bûn çûn. min nekir ax
min nikaribû ji pêsîra xwe bavêta ezbenî: dilê min bû

nema çu wêrekiya wî xwepîjkirî bû û tirsonek bû
belam mîna lehengekî me jê qal kir carinan
dilê min ku ditirsiya lêbelê ji xwe-
revok bû. dereweke kevnezarokî bû
gelekî hat birîndarkirin bê guman
takezarokê min bû dilê min

takezarokê min bû dilê min
ne tîtal ne jî nûciwan bû êdî
seraqet xwe mişextî çîrokên evînî kir
bi zar ve kir; şûmek bû ku meyt li dû xwe dihiştin diçû
bê ar bû di hinan de: carinan xwe li dûvpişktiyê radikişand xedar bû
li pey hev digirt her qîrîn radixiste nivînê xwe: dilê min bû

kemanên şikestî difiroşe niha
di binê guliyeka şikestî ya daregulê de

dilê min bû nedibû ew strana reben a ku di bezma
we de pêşkêşî sazbendan dikirin, di jiyana xwe ya berê de
germ bû. wekî jazzê li şewatekê dikir
belam her ku di tenêtiya evîn û xapandinê de
hate hesibandin ariya ku didêriya her bayî
her ku nehate bihîstin strana wî ya ku li wan çiyayan xwîn jê diçû
her ku nehate bihîstin strana wî ya ku li wan çiyayên min xwîn jê diçû
li wir deng jê biliya ezbenî li xwe hat dilê min

dilê min bû li şewata xwe hat
dilê min bû. kemanên şikestî difiroşe niha
diltezîntirîn ciyê stranên cudayiyê

takezarokê min bû dilê min me xerab lê anî ezbenî


dengê xwînê bibirrin

lawirê birîndar ê ji ber evîna we mayî: ez
bi diltengiya golên xwe li çiyayan girtî axx
hişyar dibim her şev dengê çolê tê min
hûn dibêjin welat erka hemwelatiyê ye çi ye
gava ku şevçira dikevin çiyayan, mirinê
mîna wê qîrîna hişkîhola dişikênim xwe
û mîna lawirekî birîndar ê dawî dikim helkehelk

bi birîndarlawirî dikim helkehelk di daristana we de
dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bib..

di wî kefenê bo gunehbariya xwe dojeh de dişewite
rûbarekî xeyidî ya mişextê leneta welêt
xwîn jê dikişe navê diherike xwe bi dilşikestî
bi diltengiya golên xwe li çiyayan girtî
pirs dike dixwaze rabe ser xwe û bibêje
gelo bi qasî bê bi qasî stêrkan balindeyan
xwezî min ji bîr bikira bê ez ji kû me ji bîr

ayê xizanan e ev kî ne birayê kê ye
besso na gonî biqendo na gonî biqendo

lê şerm dike hêla min a bi qîrîna gel birîndar
şev dîsa bi mirinê ve digire ser wê xewna heyvî
dikumişe bi ser min de nalîna bayê çiyê
xwînî ye ew şewateke daristanan a geş û gurr e
miriyên ku pirsan dikin jî dixwazin bipeyivin
me ji bîr kir bê em ji kû ne gava ku mirin em
qey ji bîr dikin hûnên evdal ên ku hê jî dijîn

min dixwest ji bîr bikim her min dixwest em ji bîr bikin
basta de sagre basta de sagre basta de

gelê bi qasî şeva ji heyvê bê par bextreş
ê li nava vê gumîniya xwînê ya ku dinizile bixurê
ê di por de bi temenê bidarvekiriyan ê ku spî dibe axx
axx gelê bi qasî celadên xwe bêtawan û giran
gava ku rehên mermerekî jî diqelişin
xwînê gez dikin zarok ji navên zebeşan
ji vî bayî ji vê xizaniyê ji vê keserkêşanê

kî ne deyndarê xezeba xwe ye ku bê deng dimînin wisa
dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bib..

qey ne kurepista raperînê ne rûbarên binê erdê
min guman e ji ber ku xwîn mezin nake
wê nêrgiza wê binefşa belek a ku radimûsim
pirsan dikin çavên min ên bi êşê hatine talankirin
qey ne xwîn e kevnartirîn tawana mirov
a ku li ciyên rûkê dinyayê yên ku diêşin digere
ji rûbaran ji balindeyan heta ji evînê jî bêtir

bi dengê xwe derkeve derve derkeve dengê xwe û bibêj bes
besso na gonî biqendo na gonî biqendo

axx ewên ku li ser navê welêt li peristgeha xwînî dijîn
ewên li ser navê çav di çavika xwînê re li me dinihêrin
bibirrin wî dengê xwînê ez bi şûn de bidime we
bêhna lewenteyê ya di zarokatiyê de jibîrbûyî
bes bibêjin ne xenîmet e wijdana we
çiqlekî ku hûn xwe pê de dardabikin jî namîne guh bidin
daristana we şewitandî dê we jî bişewitîne bes bibêjin

bes bibêjin ez bidime we xewnên che
basta de sagre basta de sagre basta de..

ku bipeyivim bera xwe didim dibim qesas
tawanbar im bi qasî gel sirgûnê rûkê dinyayê me
lê ku teyrê kendalan be ziman şûrê eceman be
û ku bi xwînê dayne tixûbê her welatekî
ku zêde bike mirin qîrînê di şikefta dîn de
tê jibîrkirin bi vî awayî ev lalûtetiya min a zarokî
di şêtiyeke wiha de çawa winda dikim dengê xwe

zimanê min lal û dilê min qereçî qîrîna kerran
bi dengê xwe derkeve derve derkeve dengê xwe û bibêje bes

bi diltengiya golên xwe li çiyayan girtî axx
dîsa ji xewnereşkekê hişyar dibim li dengê we
wa ye diçirrin rehên dilê me
rojname jî nayên xwendin seranser xwîn in
lomeyan li xwe dikim xwe mîna wê qîrîna dilşikestî
dibim meytekî ku li kuçeyê hatibe jibîrkirin
û mîna lawirekî birîndar ê dawî dikim helkehelk

bi birîndarlawirî dikim helkehelk di daristana we de
dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bib..


reqaseyên cejnê û darbirr

wext e:
wextî em ji şevê derkevin janino. em royê nas bikin berê
ku em ê ji daristaneke dawî dakevin deryayeke xwerû. li gel wê kevnestrana
jazzê ya bi qasî daristanê. em ê bigihîjine balindeyan bîskekê bi şûn de. wê li rexê
rê bi lex me ve were ew kuhnar. ji me re eyan bike belkî. çima hergav dirgav
ji vê çavkaniyê derbas kirine çûne. gelo li perava wê werşeqek. em hebekî huş bin.
daristan ku stranek bû xwe di dengê me de veşartî. me jenand em derketin hatin
dê vê yekê eyan bike belkî darbirrek:
vanên li perava xwe hildide diwe kê derê
rûbar. gelo wê eyan bike derya. çima ye ev xumînî. kûr. gelo hê di kûr de
hatiye jibîrkirin ev qîrîn.
ji yên kevin de. li ciyê ku aliyekî me yê bi qasî
mirinê kevin lê mayî. aliyekî me ew çiqlê kuhnarê yê şikestî
ew aliyê me strana jazzê ya kevnedaristanî. hevrê suphi nejat
dimirin dîsa. ev stranek bû me di dengê xwe de veşartî. qewl
kevin bû rê kevin bû. em hatin daristanê em hatin lê
deng nebiliya ji vê birînê. hê duh bû:
çi ye me ji serê kevaneya bozdoğanê
avêtibû: qutiya colayê nebû her hal
mir ew lawik mir ew lawik mir ew lawik mir ew
let’s go gotinên cejnî em bikevin kêf û eşqê em ê ji bîr bikin dîsa

ma me bi qasî ku em ji bîr bikin kuştin nedîtin lo temenê me
ma me eyloyê çarîtiyê yê duserî veneşart
di rûbleyê de. ma dîsa lo temeno
ma em nebûn mûsayê mobîlyefiroş me jina xwe kêr nekir. axo
temenê me yê ebeboz. ma em bi telaqberdanê vala bûn ji
mirovahiya xwe. lo temenê me. bûn mêrekî qetilxwîn destên me
me şîrqande rûyê te hey şîrqand
ma me di rûyê xwe de dereke ku were ramûsandin hişt lo temeno

ma me di rûyê xwe de dereke ku were ramûsandin hişt lo temeno

temenê me: mir ew lawikê çêjbehîvterk.
mir. gelo em dikarin bigirîn li ber stranên
midnight moscovê an jî da-da volgayê.
stranek bû me veşartibû di
dengê xwe de ew mirina behîvterk. çavên me
heyama payîzê. em derbas bûn hatin. dibêjin îro cejn e
let’s go reqaseyên cejnê. altogether. em herine dansê
çawa hebe her yekî me bi kêmanî mûsayê mobîlyefiroş

em hatin. gava ku dihat xumînî. kûr. aliyekî me suphi
beriya ku nejat bihata kuştin. derya bi xumînî
dê eyan bike vê yekê belkî darbirrekî li perava rûbarê
daristan dîsa ew ew jazza berê û rê serbiserî termên pisîkan

wextî em ji şevê derkevin janino. wê ro hilê
xêlekê bi şûn de pûşper: ma wê temenê me berra nas bike evînê..

bêhna baranê ya ku diçizire şerava we

gelo hûn nas dikin:
kevnebêhneke baranê bûm gavadin
lawirekî birîndar ê ji ber evîna we mayî

ez: ew parzemîna kevin a ku tim tê peymalekirin
bûm bêhnebaranek paşê
a ku diçizire şerava
şêniyên kuçeya misê*

ranêzîk bin. hûn ê hê
nas bikin ji birîna we li cem min

jibîrkirî

ranêzîk bin û bibînin ez ew tramway im hûn jê peya dibin
gava ku derbas dibe zarokatiya min di saint-denisê re
ez ew dilbestiyê eluard ê dilşikestî me
hevriyê dinyaya we ya derewîn
zarokê evîna we yê lalik û kirmanc
kevnebêhneke baranê ya ku diçizire şerava we

ez. qey ew bûmeranga hoveber
ku ji nava we avêtine dûryanan
qîrîneke esmer î di nava xwînê de bim
ew kozmonotê di bêdawîtiya fezayê de
jibîrbûyî bim qe vedigerim
êdî tune atlantîsa min êdî tune welatê min ê berê

ranêzîk bin. hûn ê hê
min nas bikin ji ciyekî
her wekî qîrîneke esmer î bi pêsîra we ve
ji şeva zarokê tînerkêş ê li ber derê we

lê hûn ka hûn guh didine min
xwelî li serê min. ma qey we qet nebihîst
ku bi qasî lawirekî tenê me
di nava we de, min digot. we bihîst
bi qasî wî tîmsehê kor nikaribim bibînim
wî ciyê wan çemên min ku we daye ber kêran
xuya ye tune atlantîsa min tune welatê min ê berê

ranêzîktir bin. hûn ê nas bikin ji bajarê xwe
kirmancekî birîndar î me li wir jibîrkirî
dilê min bû ew, gorî evîna we bûbû
niha qey tenê ye niha qey pera ye ku hergav hildiweşe
qey ewa ku bê rawestan pîr dibe
ya ku her hildiweşe di mihesereyê de ya ku her hildiweşe dibe bar
ya ku bê rawestan tijî dibe bi heytehola derewên me
ez: we nas kir ew parzemîna kevin a ku tim tê peymalekirin

we nas kir
kevnebêhneke baranê bûm gavadin
ez: lawirekî birîndar ê ji ber evîna we mayî

* Kuçeya Misê (Mis Sokak): Kuçeyeke li Teqsîma Stenbolê, ku bi pirranî cîgehê kurdan û çepgiran e. Yek ji wan qelebalixtirîn kuçeyên navçeya Beyoğluyê ye. (têbîniya wergêran)


ji hinavê min heywax radiqete

li şûna ku bigihîjim tiliya xwe ya şikestî ramûsim

ji hinavê min heywax radiqetin perav
digindire bi ser min de evînên ji xîzê
bayek bayek vê berê êvarê ev çi ye
qey dişewite samos dişewite ew daristana dawî
ji dilê min jî agir ranêzîkî cebilxaneyê dibe
di hinavê min re pêt dibûre heywax radiqete samos

li peravê bi qasî xîzê spekulasyon, derya
gelo em cuda bûne gelo em ê cuda bibin niza’m çi
gelo ew şewat derbasî vî rexî nebe niza’m çi
gelo evîn dipeke ji rexekî bo rexekî din
gelo qe diqede evîn minminîk jî tiştek e qey
bibûre lêlê daristanê: rojên payîzê yên pêşîn im. xeşîm

di hinavê min re zarok dibûrin heywax radiqete, derya


bîranîn e, bişewitîn vî fotrafî

bîranîn e, dema ku di şeveke bêheyv de xencerek
bê rawestan pirtîpirtî dike dilê xwe
dikeve rê û dirban ji nişkê ve bê bîranîn
diherike rûbarên bêxew
di bîra min de ye

bi qîrîna masiyên di toran de vedigerin pêl
axx keştiya çûçkanok ez ji kê bipirsim vegera te
nîne, dibêjin stranên ku tu jê hez dikî

û dibe şewat dem dibe hişavêtin huşbûn
û girîn ku di stranan de li dengê te bigerim
her ku diçilmise fotrafê te dibe xencereke xayîs

qey lîla ye evîna te dibe kêrek ew bîranîna te ye
û dibe kendalekî ku ji wir de agir pê dikeve
hê hînî çavên te nebûyî
di sêhra wan çavên ecêb û hevrê de
agir bi daristanê dikeve gurr dibe ev şewat: nermika
bi zerekî şahbanûyî yê kavil ê li rûyê te

tê herî
dibe kavil bi ser qîrîna rojê ya qubeqaza xemgîn de
geh digirîn geh dikenin bengiyên dengê min
dilê min ew matmayîn li herasa rûyê te
tê herî wê ciyê xwe biguheze biweşe pelek

heyv mezin bûbû evîn mezin bû: di bîra min de ye
baran barî gava ku tu çûyî êşiya
bû lehî kire cerd û curd rhein
serma kir li ser wî çiqlê şikestî tîtirwaskek
semax nekir dilê min li wir tu kêra lîla

min kire gazî, kendal be welatê te hilde min got
bihere balindeyê kendalan bîranîn e dengê min
di vê şeva bêheyv de dilê xwe pirtîpirtî
dikir ji ber ku wê kêra xayîs
ez şibiyam dengê di wê qîrîna te ya lal û kerr de

li perava baltika deryaya keştiyên noqbûyî
deng ji me biliya ji nişkê ve ji devgerê ket ew ba
emên ku zarokên evînê yên lalûte bûn
belav bike porê xwe yê heyvbanûyê hûnandî
û bi katjimêra baranê li ber destê sibehê
bişewitîn vî fotrafî, heke tê herî
çi qas biçilmise ew ê agir berde dil
bîranîn e, bişewitîn

bişewitîn vî fotrafî bîranîna te ye ji ber ku bişewitîn
wê bibe çîroka payîzî girîna bi pel re

ku bawer kiribûn zarokên dilê min ên dilpakane
dînên hişê min dengên bengiyên ewran
çawa xwe bigirin li qurmê jiyanê
çawa xwe bigire li çiqlekî şikestî yê darekê pelekî dawî
min xwe girt li wan çavên te yên ecêb û hevrê
li wan çavên te yên hê hînnebûyî derdikevin serbûriyê
tu çûyî sirgûniyeke reş î bi qasî şeveke bêheyv

-lê, ku em di ber dîwarê li binê dara şahberûyê re
herin kê derê derewbûna me li stargehê
gava ku em wekî qîrînekê dirêj dibin li rex hev
ku em li rex hev herin bi kû de hê
di mihesereya evîneke dawî de mîna wê strana mahûr
em bê war in em hejar in. Ku em herin, wilo
ji dilê xwe yê ku di avan de dixeniqe hê bi kû de

ku tunebûye taveheyva şevekê wekî din çiyê wê
xwe li baristanê digire di bîrê de huş dibe dem

reşgirêdanên me mîna hev in bişewitîn vî fotrafî
kenên me mîna ên berê ne: heke tê herî
her ku biçilmise wê biêşe
bişewitîn, bîranîn e

li çûyîna te rûyê te zerê şahbanûyî yê kavil
gelo esmanê balindeyên me yên bêkes e rûyê te
belav bik şewatê bila nemîne paşê
ne bîsk ne bibîranîn, hew: em ji bîr bikin
saw û sepeta xwe derxîne ji dexlika ji dara sendelê
li ber stranên dawî bişewitîn vî fotrafî

ku li wir bibim çiya ba te bikim
hê xwe li qîrîna bêyî te bigirim
gelo wê kin bibe temenê min: bila hê kin bibe

min sêwirand ku bibim rûbar li aqara evînê
ez li dengvedana dilê xwe geriyam bi wî dildarî ve
di bîra min de ye ji wan rojên min ên dîliyê

ma niha evînqelînok e dema evînê
huş bû bi şeva bêheyv re: bila huş be hê

evîn ku ji temenê me re kêra lîla ye êdî
diyar e dawiya çîroka bêderew nîne
bi katjimêra baranê li ber destê sibehê
bişewitîn vî fotrafî, bîranîn e

di toran de bûn qîrînên masiyan pêl
axx keştiya çûçkanok ez ji kê bipirsim veger jê
nîne, gotin stranên ku tu jê hez dikî

nexwe em bişewitînin vî fotrafî

bişewitîn: ji ariyên xwe dibe ku ji nû ve
ji ariyên xwe dibe ku
ji ariyên xwe..

bîranîn e


beşa V.
biyekdengî

“paşê.. şûrika ji ber demê dihate kişandin bû kêlî û nîv vebû derî
sosin raperiyan ji hindav de baskbeza bûn tîtirwask”


dilqê te ji çiyayan re

dilqê te li çiyayan kir navê te li zarokan
tu gobiliyî bi dilsozî te hez kir bi sorhinariya şervanî
helbet te ji sirgûnê re got welatê evînê yê heznîtiyê
dema ku agirê newrozê bûyî ‘hevalê’ min bûyî li ber mirinê
bi yek dengî bi hesreta stranên ku me jê hez dikir

dilqê te li çiyayan kir navê te li zarokan
ji sonda me re ma dilê te bi teyrên kendalan re
çûyî lê te ev qas rûbar li gel xumxumê
hevsalên xwe li gel ev qas şewatan li gel evînê
ji banga welatê xwe yê birînmirî re hişt

dilqê te li çiyayan kir… li şer û cengê navê te

girtîgeha bursayê ya tîpa taybet, 1987


hezkiriya min selvî

êdî nabile ev jan sirgûn neke da ku nas bikî dengê min ê xeydoke
ez bîroke me selvî sîsirkê ku ji dengê xwe re pênûsê dişikêne

ji bo ku anteros nedarizîne te min pirr hewl da ku te bibexşînim
dilê min ê xemgîn her gav ne birayê sebrê ye wer min meêşîne

carinan ez dibêjim qey tê di min de dimire ev dûvpişka xişîm
tirsa min lê ye bi şev daqûl hatime rûyê te nikaribûme te ramûsim

da ku fêm bikim çima di nava te de winda me dibişkivînim şifreya şevê
tu nebê sedema pêşîn tu bûyî te kişandiye perdeya reşçirayê

ji nişkê ve dibim çiyayê xezala xwe dayî revê dirêjî heyva te ya çardehşevî dibim
dibêjî hez bik ji reva min di paşila xwe de bihesibîn şîn germ ji deryaya spî

taveheyva ku dida rûyê te ji bîr meke jixwe ez tavegulê ji bîr nakim
heta ku pînoş bi dar ve neke santîago bibexşîn êdî pevşabûna min a no

te ji bîr kiribe geletek maçî bik cênîkên zarokan ên xwêdayî bi bîr bîn
min carinan bi ewrên bêdengiya baranî derbas dikir ji çavên te yên beytik

te ji bîr kiribe bibêje ez ê amade bikim sîngê xwe bo bêevîniya bi têra xwe
wê bimîne bo zepta ariyê bextê min li wê derê bibim yê ku were bibîranîn belkî

ku tê ji bîr bikî bibêj di wê kêliyê de bikaribim bigirîm bila biteqe ev çek
an na ev birçîbûn ev qubeqaza nezan an na ev helbest dê bihincirîne min

an na ez ê bibim xweberdayê te bi destbelaşî biserifînim helbesta xwe di devê te de
bêyî ku bixapim bi baranê ez ê bişewitînim rûkê dinyayê bibihîze hezkiriya min selvî

girtîgeha bursayê ya tîpa taybet, 1988


pûşpera gêlazan

çilmisîna li keviya evîna veşartî nebû enqere
sinca ku bi bêhna xwe dixirxitî bû te digot qey
di pûşpera gêlazan de
ku min dil hebû rabûma bi ser we de bihatama

dibe ku bê bîra we
min ji ber kiribû navnîşana we
we guledersîm danîbû ser şaxa dilê min

tu ji çiyê ketî were ser sîngê min û vêsa xwe bigire
we gotibû ka min ê çawa ji bîr bikira
nedibû ku we rûbar sewsî bihiştana li dû xwe
ji bîr bikira hûn biçûyana bê bîranîn nedibû

bi xortaniyeke ku pê re negihandiye bibe bîranîn
ez berêvareke tavêlêxistî bûm li ber deriyê we
derketibûm pêşiya we min bi qasî îro bi evîndarî
hûn dabûn bişirandinê ji nişkê ve

zarok bû bişirîna we û dîsa stran bû devê we
qey riya te ji çiyê bi sîngê min ket, vêsa xwe bigire
were… we gotibû, ez dîsa hatim di pûşperê de
serhatîperest bûm min bextê xwe girtibû ser xwe
we cî vekir di nava refê xwe de bi wê evînê
kemilîbû dorpêça we

êdî radestê we bû vebeyana dilê we
serkêşê mamikê yê di germa çalakiyê de
bi wî awayî radestê we
hişyar bûm ji şevê min hez kir şilfîtazî

we destê min xwestibû tê gihiştim lê ka ewrên we
qey wê li hawara min bihata nivîsandin ev strana wextevîn
tê bigihîjin
kêliyeke bi gullebarana ji çep û rast de û bi axîn bû
wê netebitiyana balindeyên ku we li ser sîngê min ji bîr kir
li destên we yên gaziya pûşperê nekira xatirxwestin
li evîna we geriyam gelekî hesret gelekî bê eman

we yê tayê porê xwe yê ku min dest tê dabû jî hilaniya
ma jixwe ez ê dîsa nehatama di pûşpera gêlazan de
ma jixwe min ê bişirîna we jî li kar nedîta
di ezbera min de tunebû dermanê
jibîrbûnê, ne xalî bû ev welat:
ez ê winda bibûma

we navê min çima nepirsî

girtîgeha bursayê ya tîpa e, 1985


têbîniyên jinekê yên cihêbûnê

I.
wateya xwe nîne xwe li salnameyan bigirim ku bimînim ciyê min
nîne: tê gihiştim
ez ê biçim: çawa ye ew cudayiya bedew bêyî ku mirov nas bike

II.
min got; dorpêça te min diwestîne destê te hîç behs nake ji min
av nabine deryaya spî gava ku devê te daqûlî sîngê min dibe
min got qe nebe bila ew cudayiya bedew be ya me
ji ber rokirin pîvandina paşêya wê
min ne evîn peyda kir ne jî wext ji bo ku jana te bibim ji e’mir

(tev ev bû min dixwest ku em bi hev re rizgar bibin ji vê têkçûnê
gava ku em bêtir bi xweparastinî dimeşiyan li ser kevirên peyarê
gelo bi wê pirrjibîrkirina destên te yên westiyayî
ji têperîna wê ya di gewdeyê min re
êşiyam
jixwe lap tenik bû dengê min
min bixwesta jî êdî nikaribûm bimama di seqaya te de
silikîn derbas bûn di destên min re jî min xatir nexwest
cihê bûm… bêyî ku hîç nas nekim bê çawa bû ew cihêbûna bedew)

III.
şêtbûn bû darizandina pêşîn her ku gelek zar û zimanan erz şikênand
gava ku texîr kirin danişîn em dîsa man bi zeptnameyan ve
min azweriya xwe ya kuştinê jî texîr kir wê hingê
dereng ma jinbûna min a sermanşetî
çawa ku trên li bayê bezê meqesê diguheze wilo
jiyana ku evînek lewitandibû dê çawa derketa paqijiyê, min nizanibû

wateya xwe tunebû min xwe li bîranînan bigirta stara min
tunebû: min nepirsî
bê wê çawa reş nebûya neçilmisiya ev e’mrê min ê terrûteze

ne wiha be gotinên min hebûn bo dîroka ku janan dide hev
bo rojenivîska min a binalenal ku divêm biqîrim dengê wê bibirrim
heke em ê cihê bibin, beriya sûretê dîrokê yê mêrane
zarok çawa dixeyide çawa heznî dibe çem wilo bi tenê

IV.
min ceriband, ne mecbûr bûm bişibiyama yekî din
min hez kir bi hertila xwe şop gerand bi tavê bi bişiranê bi ramûsanê
kî bûya wê biketa ber bayê wê wîtewîta qumrîkî
şilfîtazî bi sabiqe bûm jixwe
pê xapiyam bi dest xwe re
fena mirovê ku li ber sikratê jî dotira rojê disêwirîne bengî bûm

(av zelal bû, bextê min bû hezkirina ku her zêde dibû bi kêmbûnê
pêxapîn paşê şikestina dil hûrik hûrik û cihêbûn
ma ilim ji bo ku bi kesine din re li hev bim
tevî qerebalixê bûm bi buhayê ku nalebar neyêm hesibandin)

V.
gava ku yek di nava qerebalixê de evînê dixwaze wekî tiştine doşanî
heke min ê her xwe bidaya: heke dîsa
ez ê hezkirina xwe bidime derewa bazirganan
na, bila canê jiyanê sax bibûya min ê bikaribûya kokqelandin ragirta

(paşê.. pak barîk bû baran dibû ku xwîn biçûya ji sîngê min
dibû ku bitebitiya goga erdê lê, tu hatî paşê
tu hatî lew eşkere dibêjim va ye
êdî nêzîk mebe… bibêjim ez ê
bi xatirê rojenivîska xwe ya xeydok î kefîlê min e, ez ê biçim
ez ê biçim lê bêyî ku nas bikim bê çawa bû ew cihêbûna delal)

girtîgeha bursayê ya taybet, 1989


beşa VI.
ba û seqaya gulê

“jiya kemanekê gulên welatekî ku tê kavilkirin temenê me”



ba û seqaya gulê

na, nebê hûn bibêjin me nedît, nebihîst, nizanibû
derew çêdibe, yên me gişan bûn ew rojên mirinê yên sermanşetî
û ba
gava ku vî bayî mirin belav dikir li welatê we, xwelî û xwîn
dimirîm we nedîtim ez gava ku ez bê kes dihatime veşartin
li min bigerin, derîzindan ne ciyek e ku hûn nas nekin
dilê me bila nebe gora termê xwe yê bixwîn windakirî

yên ku şev nîvê şevê devên tivingan bi pelegoşka wan ve dibirin
ma ne ji kolana me bûn ma ne ji bajarê we bûn
qey me nebihîst ew qas sewta xwînê welatê we yê ew qas mirî
derew çêdibe
nebê hûn bibêjin me nedît, nebihîst, nizanibû

dema ku ev welat seranser îlon bû û ba
mirina we jî bû ev, êdî ne jiyan e
heke neherike rûbar bê hukm e bê dîrok e temen
wê hez bike qey
‘jiyana ku nebîne nepeyive nefikire’

hûn bûn û ne şermezarkirin e ev bi tenê pirs e
cîhanê ku mêjiyê wî rijiya ser peyarê çawa mir ew can
ew qaska sal çima minminîkek danenî ser porê we
şermezarkirin bi min nakeve lo, divê ji we were pirsîn
carekê jî hûn gilî bikin ez ê guhdarî bikim û bidin liberxistin çawa
‘tam gava ku tê gullebarankirin bila bê rizgarkirin partîzan’*

(…)

roj ê bê biguhere ba welatê min ê bibe seqaya gulê
dilgulên ku xwediyên wan dîrokê dinivîsin ê dakevin ji çiyê

girtîgeha bursayê ya taybet, 1986
* nâzım hikmet


rojenivîska hêsîra ariyan

li dûr sardonya dibişkive û gava ku dibe kilam di devê te yê zarokî de
dişewite dîwarê ku sedûçilûheft komunar li berê dane ber gulleyan
bi dûr dikevin stêrk bê sedem namîne mirin
ranagire giraniya helbestê dengê min

bê sedem namîne mirin, gava ku pala xwe dide vartînîkê dîroka min
nikarim derbas bibim herim êdî dîlên ariyan in rojenivîskên min
gava ku sifir bi buhayê jana bêtir li têlê têye ceribandin
nikarim di çiyayan re derbas bibim herim

gava ku bi trênan mirin têye çeka lavê gulle û dorpêç
da ku bêbextî û altaxî kenê devê min ê rêbirr bifiroşe
êdî naşibe paleyê ku bêndera wî lalik e dengê min hîç
dilê min e demê dijî ku duhîrosibehê şer û pevçûn
ku derkevim bêm ji nava têkçûnan hukmê dilê min e ev
wê arî bişewite biperçiqe şev û li dûr dîsa bibişkive sardonyayek tev

girtîgeha bursayê ya taybet, 1987


payîz

I
min ji bîr nekir
ew rûyê te yê benderabad
ê tengekuçeyî

II
bihesibîn ku çol bû ew welat
te darên zeytûnê diçikandin
li rexên riyan jî sinc
te bar kir çûyî paşê
talan bû barê te

III
ji xwendina helbestên dîjleferat
ji refê evînê yê rûdersîmî
qey te bi derewan hez kir: bila ez şaş bim
êdî bila nas bike te gêrik jî
zilamên temenê min ên saxik jî

IV
bila ez şaş bim û bila dîsa bimeşe
birîna min a gulane xwîn
heke kirêt bûbe bi payîzê re
îlon, rûyê te bû

V
payîz bû qey ez bibêjim
şîna westana berwext
beyaniya pêçeka dîwaran a çilmisî
esmerî siya te bû ez bibêjim

VI
pê dizanim, ez bibêjim
bê hay e şev
heyv bû hiltê carinan
firyara nîvrêmayî bû

(…)

X
ku ji bîr bike wê kêliyê, bibêjim
heznîtiya min a êxsîrketî bû
ji bîr kir jî wî bajarê mêtingeh
ê tengekuçeyî rûreşiya xwe

girtîgeha bursayê ya tîpa e, 1985


lavayî

destê xwe datînim ser cênîga xwe bê deng dimînim ku tu bipeyivî
bêyî ku qet dilê xwe bikim dikarim xwe bavêjime mistên te lavayî bikim
ku tu çêlî çavên zarokekî ku bavê wî hatibe girtin bikî

girtîgeha bursayê ya tîpa e, 1984


welatê min bi kû de

welatê min ê çiyayên wî yên binefşî xwîn berî li sirgûniyê
tu yê bibî koç wê bê kilam bimîne dersîm
ezê ku bêm wextekê ji wextan
wê bê welat mezin nebe dengê min
meçe sirgûniyê

wê ji navê rabe zivistan perengê êgir bikeve xaka te
wê nêrgiz bibişkivin tu yê bibî havîn welatê min
şopan bihêle li çiyayan wekî hukimran
ezê ku vegerim wextekê ji wextan
arî, wê vegere agirê xwe

wê dayne êşa min bigihê zimanê xwe yê zikmakî dengê min
dibe ji çiyê dagêr bibe gullebaranbûna min
ez ê bikevim ber simbilan bi birîndarî
ez ê neçim, bihara te bipêm
welatê min bi kû de

girtîgeha bursayê ya taybet, 1987


temenê me

di navbera mangirtineke derengmayî û zindaneke pîrbûyî de
temenê me
gava ku qîrîn dida rojên man û nemanê
mîna babirrekên li deryayan ên bi destên zarokî çêkirî
ji bo ku em qaydeyan ji bîr nekin her peyveke me stranek
jiya kemanekê gulên welatekî ku tê kavilkirin temenê me

girtîgeha bursayê ya tîpa e, 1985