|
Mehmet Çetin
Sala 1955’an, li Dersîmê ji dayik bûye. Dema ku perwerdehiya xwe ya zankoyê didomand, ji ber kiryarên xwe yên polîtîk hat girtin û ji heşt salan zêdetir di girtîgehê de ma. Dîwanên wî yên bi navê Ba û Seqaya Gulê û Biyekdengî hê bi xwe di girtîgehê de bû hatin weşandin. Di pey van re, pirtûka wî ya kurteçîrokan Asmîn, berhevoka wî Kulîlkên Rezberê û dîwanên wî Bîranîn e, Bişewitîn Vî Fotrafî, Evînqelînek û Bi Lalûteyî derçûn.
Her wiha, pirtûka wî ya nivîsên lîrîk a bi navê Atımı Bağladım İğde Dalına (Min Hespê Xwe Bi Şaxa Sincê Ve Girêda) ji aliyê Weşanên Agorayê ve hat çapkirin. Helbestên Mehmet Çetinê ku yek ji wan damezirînerên Kolektîfa Piyayê ya Weşanê û yek ji wan edîtorên kovarên bi navê Kunduz Düşleri û Ütopiyayê ye, bo gelek zimanan hatin wergerandin û ji aliyê muzîkjenên cihê ve hatin bestekirin. M. Çetinê ku wergêrî û edîtoriyê jî dike, li bajarên Amsterdam, Stenbol û Dersîmê dijî û bo weşanên curbecur nivîsan dinivîse.
pûşpera gêlazan / kirazların haziranı Mehmet Çetin Werger: Lal Laleş – Kawa Nemir  beşa I. “ji bo xeberdana bihara biratiyê ya ku gulê bi gulê diwezinîne bo rojan û gulan” bihara biratiyê hesreta ku dibêje, axîna ku dibêje, te jî bidîta bihara li ber derê me, niha tu di nava me de bûyayî ev mizgînî bo te ye helbet li ser navê jibîrbûyiyên di gorên berze de li ser navê dîlgirtiyên di nava tixûban de li ser navê bistiyên sosinên dengên xwe windakirî di zimanên ku pê nizanin de û li ser navê kesera wan li ser navê oxirzarokê birûbehîv î çavbehîv êdî mizgîniyê bide tu loguliyo loçiyayo lorûbaro ji bo xeberdana bihara biratiyê ya ku gulê bi gulê diwezinîne bo rojan û gulan loo yê ku di kêvir di heyteholê di êgir de hatî taqîkirin behzatê li gel dara ew pê ve girêdabûn hatî şewitandin leqlaqa bîroke û jiyana hatî jehrdadayîkirin ew rûbarê di avên xwe de hatî xeniqandin bêyî ku bike axh bêyî ku gazinan ji dilê xwe bike dîlê dawî yê temenê xwe gorî xewnan kirî mizgîniyê bide bila birîna xwe bipêçe ew guliyê şikestî li ser navê hesreta hemû jibîrbûyiyan ax gelê kesîb ê rû spîçolkî bûyî ji janan mizgîniyê bide helbet wê behîv vedin kulîlkan xaka ku dibe çol pelê emanetî bê bîranînên çilmisî, guliyê şikestî û pesarên xemgîn hevriyên ku nepenî dibin bi bişirîneke tenik serhatiya çepverû a ku li kendalê tenêtiyê diçilmise da ku cejna xwêdana eniyan bi roniyê were pêşwazîkirin mizgîniyê bide ji çiyayê xewnan bi firê ketin balinde mizgîniyê bide ey hêsîrî û keda rengareng da ku biguhere dinya da ku bibe komînya tu bi xatirê xewnê wê behîv dîsa kulîlkan vedin çîgan navê me ku bûye çîgan her çawa be bila wisa bimîne em esmer bimînin jixwe axayê giyan bendeyê bedena me yeko yeko bi xewnên xwe re bi tawanên xwe re dîsa em çilo bin em wisa herine pêşiya şevê em bikevine baxçeyê qedexe bila wilo bizanibe her kes em tûncik temelî şeh bikin li ber fîkîniyê ku em bin qewmekî emanet ji parzemîna winda atlantîsê bila bibêjin çîgan bo sifredanîna me ya di baxçeyê qedexe de naxwe em vekin guliyên cîran hê me ji bîr nekiriye vekin em wilo be, em gulan bidizin ji baxçeyê ravel bidizin em em guliyê di rûbar wer bikin çiyê di şevê royê di heyvê em lê xin herin hesreta me ji hemû peravan re ji me re gotin çîgan nav bi pey me ketiye her çawa be em bidizin biçirpînin li ber daraza xwe bisekinin em detone bibin bila me bidarizînin aryabêj em bibin lawteya çerkezan li dengê xwe bila her kes strana xwe lê de ji dengê me her çawa be em çîgan hatine hesibandin dibêjî qey li vondelparkê du qijaq in em em çilape bikin bi hev du re bi pisîkên xwe re bila bihar bê havîn here roja payîzê dîsa em bêyî tirsa zivistanê em germ bibin di nava hev de ku çawa be kes me nahesibîne kes nas nake keserê tu çîgan bimîn werê ez ê bibim dara te jî ez ê te di guliya xwe de mezin bikim ji dema heyvê re ji bo ku di baxçeyê te yê qedexe de safî jehran vexwim ji bo ku di stûyê te te siyan mezin bikim ji bo ku li ber siya te bi çîganê ve bi ser de bimirim, bi nefsbiçûkî… nexweş ma min xwe çi nehesiband di hewşa xewnê de hûn pê dizanin, zinarê çikandî bûm li dûrtirîn rexê dinyayê, ê ku tûşî xwedayê we dibû, kes bûm da ku bibûma hîç min got qey ji çar birayan yek im bûm sirr ji etleza sêla esmanî re di kuçeya min re sîwan derbas dibûn gava ku pîrejinên rûm derbas dibûn di kuçeya te re, ma baran û hew min gotiye hesp kêm in xezeba xwedê ne kêm e ji ser serê me birayê menoitos jî bûm, ku birûskê lê xistibû ew xistibû binê heft tewekên erdê ma min xwe çi nehesiband di hewşa êgir de li kuçeya wî kûçikê gerok im ê ku di piziyên xwe de bi mirarê pisîkê digeriya li rêbûrînê, ma baran û hew min gotiye, hesp kêm in sermesele birayê epimetheus jî tême hesêb ewê ku belaya jinê li sêrî gerandibûn bihesibînin prometheus bûm, ê ku bi zinarên xalî ve zincîr kiribûn, cerg û mêlakên wî dabûn teyrên dirrinde, hûn pê dizanin jixwe lê hûn ê ji kû bizanibin ku li jêr zilma şevê li ber taya çil û tiştekî derece bûm perperîk di sawa xwe de ma min xwe çi nehesiband dema ku ne kesek bûm bi tu kesî re stranên ku diniqutin dilê min tif dikim derdixim davêjime kuçeyê cerg û mêlakên xwe davêjime nava taya xwe, dilê xwe jî ma min gotiye çi, hesp kêm in çûyînê ez ê biçûma a rast belam nînin hesp belam zor nexweş im di hewşa êgir de bûm helbesteke lalûte ma min xwe çi nehesiband dişibime neteweyeke posîde yî çerkez ku hespê xwe yê dawî jî daye dizîn ne kesek bûm a rast nîn im bo tu kesî bi kesekî re hûn pê dizanin lo nexweş bûm û hew stenbol, 1993 helbesta yê ku kevir e ezel; eyyelaa, got qey tenê bûm li keviya kevirekî sekinîm min ew gul rahişt ji xwe re min pêl hilda ji deryayê, bo dengê xwe rewrewkeke tarî ya di nerma xwe de bêdeng li gel kesereke êvarê ya qeşeng li pêsîra min derketim şevê her şev ji xwe re şev qediya qey; bila biqede ku huş bim ez tenê bûm li keviya kevirekî min lalek girt stran jî girt ji xwe re ji wî bayî min got ew dilê xwe li çiyê li şaxê xist paşê min kelehek girt xwe kire zindanê bi qajeqaja dengê xwe yê li gel bîranînê bêyî ku kêfê biqewitînim li vê dinyayê; naqewitînim kêfê ebed; eyyyyyyelaaaaaa, got bila zara qîzîn a ku bi dengê şeva halikarnasê keviran davêje deryayê li min nenihêre; bila bes pêşniyar bike ew gulfiroş; bila bê li ber lingên min huş bibe; pêla ku ji jeber têye çûm paşê min gote tenêtiyê sax bî çûm paşê min pirsa xwe kir ji wî kevirî min xwe dît paşê razam li kêvir êdî; min got, eyyyyyelaaaaaaa kos-bodrum, 2002 cîrana min a bedew dîlemma kevir jî bi min re radizê cîrana min a bedew bêkesên bajêr sardonyayên malan pesarên dilkeser radizên rûbarên dirêj jî raza sermesele îraqa ku di neqeba me de tarî dibe li nexşeya xewneke ku hatiye dagirkirin çirayên ku li ber baranê dişikên razan kêrên tazî yên ji derewan filitî metana di kana madenê de û şeş karker bo çiqlê dara ji bejna te kiniktir bîranîn elî jî raza di xewna min de di dilqê îsa de hemû kesên ku ji jiyana ku erda mayînkirî ye direvin li gel mûnzûra ji hevdeh derên xwe xencerkirî mirovên jiyana min a çepverû yên xewnbirîndar bibe lawirên birîndar ên gerdûnê yên yek bi yek bi min re raza ezel û ebeda min jî raza bi min re ew tîqetîq li ser navê xewnereşkê lawê ji jenandina borîzana îsrafîl re dereng dimîne bi oxirê ku hatiye çilmisandin re qoser raza bi qîrînên zangoçê dengasûrî re laleş bavê min bû bi dengê xwe yê bêhn titûna qaçax stêrka çilmisî ya ku di qelşa şevê re direve pêjna piyan li ser peyarê û ê nizanim çi raza bi min re cîrana min a bedew ax jî ax jixwe bi min re radizê cîrana min a bedew gava ku radizê dipirse lê: pêçeka dîwaran jî gelo ev jiyan e saw û sepet e; dibêjî qey dîlemma derengmayîna gulê dibare ne ku nabare berf ji erciyesê ta zincidereyê li ya ku derbasî hundir dibe ji nava me dibêjin gula derengmayî nikare bê êdî berf dikare bibare her derê dibêje dîsa jî kuliyeke berfê bila bibe dilxweşiya te ev payîna te tu bi helbesta xwe ya ku dîlê xwe rizgar dike bibişire dîsa di dilqê spî de zincidereya di dilqê spî de di navê de janên bîranîna gulê bi êş û arhan bî jî rabihîze dilê xwe pêşî li ser girmilka xwe ceribandina dawî bi hesretê, bibîne bide tengala xewnên xwe têkeve rê dîsa bihêle bila hilgêrî çiyayan bibin hespên te yên xewnî yên baskraz li ser baskên wan razê tu bibe xewn bibe gul bo payîna xwe qey bi derengî ketiye gul dibêjin nayê êdî berf jî dikare bibare hundir girtîgeha zincidereyê ya leşkerî, qeyserî, 1982 ez ê biçim di tanga darên kesketarî re derbas dibûm min ev yek nas dikir ji jiyana xwe ya berê derbas bûm ji destên te ji êla te û bi wan destên te dest avêt xwe bûm fîlê te ketim nava xwe ya bêpenah dilê xwe: ango dukana xwe ya zucaciyetiyê ketimê.. û min got ev talan e min got lê çiyê min maye da bistînî ji min: qey evînê qey dilsozî bi navê jiyanê hê berê çendî lûleyan bidime xwe çawa ku di tanga zeytûnan re derbas dibûm min xwe li ber siya sibehê kerr dikir guhê xwe dida henaseya kurê xwe bi kedera wî re heder dibûm axh diketime ber bayê qetlên masîgirê li golê ku di hingûrê de jî dikuşt dixwazim bi wê zoqaya di gewriya xwe de bikim kurtepist û dara zeytûnê biçikînim.. -gava ku min digot: kêra xwe disû evîn li quntara çiyayê sîpîlê daristan hebûye di dêmê pesaran de xemze vedibûye bi hênikahiya sibehê ya siya çiyê re pitpitokek dîsa zeraq direşandiye jiyan hêjayî çi qas tiştî bûye xwe li tayê porê siya xwe ya sibehê bigirim ez ê, razêm wekî zarokekî berê.. -min dikira bigota: kêra xwe ji ber xwe dikişîne evîn bi dengê xwe yê te sûtî te te got dîsa: ev talan e ev talan e, te got ji nû ve ji bêgaviyê min destên xwe rakirin jorê min nas dikir ev yek jî ji jiyana xwe ya berê lê ez ji bo bîranînekê hatibûm ber siya te jiyanê, ez ê westa xwe daynim biçim lê ez ji bo bîranînekê hatim minê ew bigirta ez ê biçûma bîskekê bi şûn de ji ber derê te jiyanê, ez ê biçim ji destê te ji êlên te ez ê biçim, di tanga darên zeytûnan re ji bo ku berî min bidî xwe meêşîne nas dikim ji jiyana xwe ya berê ez ê biçim.. îzmir, 2002 beşa II. bi lalûteyî “ne tiştekî eynî destên te ye jiyan wisa napelîne dilê min” sentûr sentûra li rûyê layê din ê zagrosan lê dixe sazek dibe zarok di meteloka wî de raz digirî digirî û bo şeva meczûb dibe çav dibe rondik radihêje robarî dide ser rê radihêje rêwiyê xwe rê di şevê re derbas dike sirrê radihêje piyala tijî pê dide vexwarin ku xewn an jî jehr e dide keribandin peyvê, diqede dema rewanbêjiyê bila biqede dişikêne peyva ku bûye kevir li çiyê dengê wê dibe aşît ew sentûra li vî rûyê zagrosan deng jê dibile dibe aşîtek dibe gelek li çiyayê xwe dimire sebr sebra kerran e çîroka min bendewar e di navrêza du çeman de binê zemanan bû jiyana min a berê bû ez xewn dijiyam bi ewrekî re min hildigirt, maçî dikir hêlima zerfên ku min bi destên xwe çêdikir ji xortaniyê bû min kulîlk av didan ku hinek tim dikin vê yekê lê min ji xewna ewrekî av dida kulîlkên hişkbûyî destên min wê hingê bi qasî çemekî ecêb bû paşê çavên min digiriyan hey digiriyan mabûm li benda deng, bi sebra kerr a kulîlkan guhdarî kiriye min li qîrînên dilê xwe yên payîzî min nas nekiribûye çavên xwe qet min gotibûye qey wê li ber siya kulîlkeke hişk hêşîn bihata, bi çîmanan ve li bendê mame bûme ewr bo esmên av bo çolê sebra min a kerr e: ji sebra min e jibîrkirin I. demê bi çepê de bişemitîne dilo bi aliyê çepê yê bîranînan ve jî xemzeya xemgîn a rûyê min ê bîroke bike dîbar wekî pelên tazî birînên min bike dîbar paşê min ji bayê kurederşiyê bixe ser rê bicemidîne gava ku li çepikan bidim ji tîqetîqa wê re bi destên nejêhatî piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe bîranînên min II. ên dizanin jixwe dizanin, axînek bûm li bavê xwe çûyî min dengê xwe birrî ji dêvla ku biaxiviyama ecêb bû zarokatî ji min hebû giraniya gotinê heye min ew li ber siya xwe razand kingê ku diya min di goştê min de bû çend derbên kêran negot dengê xwe ji bîr meke wê jana te lalûte mezin bibe piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe birîna min III. kîjan masîgir dinihêre li çavên masiyê ku digire li sirgûniyê kî çav bi wan çavan ket da ku wan bîne bîra xwe: bavê min bû berî wî dan lo hat mir li sirgûniyê ribês û simbil hildabû hatibû wilo dihat li gel xemzeyên xwe yên ku bi qulingan re semager bûn dihat piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe bavê min IV. bîne bîra xwe vê bîranînê esmer bû cîhan hevrê bû zargana bû li ser avê bi avjenî dihate mirinê di dengê kontrbasekê de ma ew bişirîna wî û siya wî ya ku li çiya û baniyan diçilmise çima bê kes e ku çu kes nikare hilgire tu dibêjî qey giran e piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe cîhan V. lê bi bîra te dixe dem evîn bû beriya ku frezya biçilmisin her tîqetîqeke qasida dilê min diçû ew peyda dikir ew radimûsand li serê her qorziyeke ku wî li şevê disiksikand ji avên kûr ji nava bayên zûrezûr de dihat dengê wî ku heyvbanûyê dihûnand porê wî û paşê şevê piştî ku min ji bîr kir ma wê kî bîne bîra xwe taveheyvê ba min mişext bik ji fîkîniya bê ya xeyidî mişext bik ji nava vê evînê ji nava vî gelî min mişext bik mişextî amazonê bik ku te bivê tevî daristanê bik tevî hoza heyvê ya li dûrtirîn peravê bik tevî sewta beqê çavav bik di xurmîniya daristana baranê de mişextî qetleke sermanşetî bik û qetil bik mişextî jîna çîrvanokbêjan bik xeyal bik min bi axa bêhnbaran mezin bik min mişextî beyaniyên rûleylaq bik min bik nêçîra xweciyê ku tîra wî difirre ji kevana wî bik nêçîra birayê min ê xizan li ber siya min ji bîr bik avê binivîne balindeyê sefereke dirêj hêvî bik bo rêwiyê bê payîzê hêvî bik bo zerê havînê da neçilmise xeyidî mişext bik min ji fîkîniya bê ya xeyidî mişext bik mişext bik min ji fîkîniya bê ya xeyidî mişext bik ji nava vê evînê ji nava vî gelî min mişext bik bi pey dengê min xîne şikestî be jî helbet heye straneke her kesê qewirandî lalûte be jî min mişextî qewlê min bik mişext bik min mişextî fîkîniya bê ya xeyidî mirin erê, we em hema rast li vir kuştin kêliya ku keçele’yneqan dikirana bihatana jî binivîsin li zeptnameya cînîşandanê em rûniştî bûn, ji rê hatibûn westiyayî bûn em pêjna gavên balindeyên havînê bûn a ku dihat ji selebendiyên hênik û li ber mirêkên sazbendan ên sedef me porê xwe şeh kiribû berdabû herikana barana dawî, beriya tîqetîqê paşê.. we li vir bi me ve danî hema rast ji vê dera me ku derbas nebûya neçûya wê haya rojê hebûya jê haya stêrkên ku wekî kurtepistê li şevê belav dibin me yê jan nekişanda em ê neqefiliyana belkî bi tena serê xwe wekî tenteneyê bi wê bêdengmana tenik re li kêleka hev wê di devê me de neçilmisiya havîna wan avan va ye we hema rast li vir bi me ve danî hema rast ji vê dera me ji bîr mekin.. nivîn dema ku reviya dûrtirîn odeya şevê li wir rûyê min di rûyên din de mirin kulîlk têra gulî gulî têra darê nake dirûvpevketin tiştekî ecêb e di keserê de hê hişê min têra cihêbûnê nedikir ceger dike tê evîn wexta şevê yê qaçax û gezgezkî ez dibim sekna cenînî ji xwe re tune tiştekî ez ji cinên xwe re gilî bikim şev jixwe li wir zêde dibe û heyv gava ku dixîne mirinê quntara min a çiyê dimeşin tên bîranîn ku în devê xwe vedike ez dalana şevê dibime bêdengiya cenînî ji şemiyê re nas dikim jî bê çawa ax kulîlkan vedike êgir jî nas dikim ez çi qas ne derwêş bim jî min got ez vegerime helbestê ku korsîkayî bim paşê bi avê û çîroka min a bîroke re sinc jî diwêre şeva ku xelekên zincîrê dibiriqîne dibime reva cenînî ji laşê xwe re ku gewdeyê xwe davêjime serê wî aliyê şeva ku ez bi heytehol deverû bi ser de dikevim xêlekê bi şûn de wê nivîn jî bişewite xêlekê bi şûn de ji min çi bimîne ez hê di serê şevê de me hê dûr dûrî ronahiya bîra ku jê re dibêjin evîn dibêjime tirsa bê nivîn jî diwêre ku wiha be, dibêjim, dirêj dibim va ye nava helbestê dibe, ez ê vê carê jî çeperast rakevim helbesta westê tê bîra avê xoşewîsteke min hebû ewrên wê li giyanê min dihatin gava ku di şara hevrîşim î keskê tarî ya stûyê wê de dibişirî av gava ku bêrî rind bû gava ku çîroka bişirînê gulnaz bû ew striya esmer bû di şevekê de dabarîna wê ya dengboq huş bû biteqiz gote optîmaya min wê kêliyê min gote şevê huş be ez lalûteyê gelê dûr ê bi dîroka xwe ve huşbûyî bûm jixwe ne taqet dikim bimirim ne jî pê şa bibim avekê bide bi destê xwe ku ew çavên di dêst de kêra keskê tarî niha lê din bên ez ê nema binivîsim zorbiriyên tawleya evînê ez ê helbestan jî nenivîsim: gava ku bi hemdê xwe av birije axîna min a ji raza odeya ku madam de cock tê de miribû ez ê bêriya strana zarokatiyê nekim min pak nedigot jixwe te’milteng in ji dengê balindeyê min re direvin ji belakiriya wî wekî dargerînka ku bi serê çiyê ve hildikişe xwe li bextê xwe bigirim lew li wir xoşewîst hebû hînga ku ewrên wê li giyanê min dihatin gelo arî paşê dibe cihêbûn evîna min westiyayî me ji wê re ku ew çavên di dêst de kêra keskê tarî niha lê din bên tê bîra min xoşewîsteke min hebû ewrên wê li giyanê min dikirin şopa wê dimîne min qewlê xwe bo te hilanî tu bo dengê xwe bîranîn bûm hesp min xwê û nan kişande çiyayên binefşî helbet tiştekî dizanim lew bûm şev li hêviya heyvê mam bûm gîha rojeke havînê çilmisîm li hêviya payîzê mam bûm sedem ku navê te bibe leyla bi dînbûna xwe ve li beyabanê bûm bendewarê te bi navê tûba ew pê nizane ji evînê kevintir e qewmê min huş bûm li hêviya sirrê mam ku biqele jî koka mirov helbet tiştekî dizanim dibêjim naqede evîn, di dengê rûbar de dimîne şopa siyekê beşa III. evînqelîn “tiştek bû jiyan dibû ku û bû ‘tişt’ bi saya serê we” helbesta muhtemel belkî bayekî ji fîkîniya xwe xeyidî me ez dema ku niha tenêtiyeke bigumînî û dirêj a li barkeştiyeke li deryaya baltikê noqbûyî bê deng û penaberekî bo zimanên din hatibe jibîrkirin bim muhtemelen ez ê bibim zarokekî lalûte pişt re, xewa dawî ya ji şevê xeyidî me ez dema ku hewş bêhneke sêpiyan a tûj in dibe xewnereşk dinizile xewna min ji ber ku dewlet ji bo ku ji dengê heyv û avê derbas nebe çu kes muhtemelen ez ê bibim kuçeyeke teng î tol wekî din jî, xencereke ji kalanê xwe xeyidî me ez min ew ceriband bi jehr û utopyayê di êgir de gava ku tîzmarekî ji çil ciyî qutbûyî be temenê min tê gihiştim stenbol min di roja xwe hilnayne muhtemelen ez ê ji amsterdamê re bibim cihok pişt re, rûbarekî ji besta xwe xeyidî me ez diherikime xwe bo wî her masiyî gava ku di devê xwe de digerînim qîrîna windayên xwe û ku ez ê bibim pelê pêşîn ê ku ji guliya dara we bikeve ez ê binivîsim tiştên ku hûn ê nexwazin bibihîzin ku muhtemelen kêliyeke din ez ê bibim safî sixêf xemgîn im ne şad in jinên şaneşînên bikulîlk ji ber neşadiyê xemgîn im hezkiriya min frezyaya ku ez nikarim van bibêjimê ortancaya ku bi dengbiliyayî lê dinihêrim ji bo ku bê zar dikim xemgîn im rûkê dinyayê ku siya xwe didime serê rûbarê ku dibime dilop diherikimê roja ku eniya xwe pê germ dikim ava ku xûz dibimê vedixwim xemgîn im kevirê min di serê xwe de hûrhûrî kirî ceyrana bedena min parçekirî feleqeya min hewara xwe gorî kiriyê dilê min ê min kirî evîndar, axx xemgîn im ji ber xezeba xwe ya ku kêrê disû ji bo ku ji bo ku wekî belavokekê vedikişime hundirê xwe hezkiriyê, tu: bedew î. berra jî belam ma tu bedewtir î ji rûyê min ê xemgîn ji heznîtiya rûyê min ê zarê kurîn ê ku tu xemgîn dikî ji rûyê te yê li rûyê min ku her diçe bêtir dibe zarok xemgîn im qîrîna ji her xewnereşka ku ez li xwe dikim sibeh kuçeyên peraya kevin ên li ber talanê qey ji ber ku dişibime we gava ku dibînim rûyê gedeyê tînerkêş ku şîrmaqên polês li ser hev lê dişîrqin: ji bo ku şaşomaşo xwe kerr dikim xemgîn im ev bûn ev çivîk bûn ên ku li strana min dixistin dilê min ê ku lê dixist ez dixapandim ez vedixwendime guliya dara xwe. bi qasî çiyayiyan ketim kemîna wan kurepista min a hê nebûyî qîrîn bê deng ma: xemgîn im xemgîn im: hilnehatim di derewa xwe min xwe nespartê ji bo ku mam di herasa qetla xwe de xemgîn im ji bo ku bi pêgiraniyê ketim ji bo ku ji min nehat rabim biçim, rahêjimê biherim ji bo ku navê te fişirîme peçeteyê dibe ku rojekê be jî ji bo ku min dest hilneanî ji bo ku min çong neşikand ziman neşikand nelîst ji bo ku min tu aciz kirî xemgîn im hezkiriya min ji bo ku vê carê min tu zû rakirî taştê ne şad in mêrên şaneşînên bêkulîlk beşa IV. bîranîn e, bişewitîn vî fotrafî “ev berhemhênaneke xewneheyvî ye” takezarokê min bû dilê min dîrokeke xemgîn ket navbera me di binê guliyeke şikestî ya daregulê de kemanên şikestî difiroşe niha dilê min bû dirêj bikin: weku hûn dest di awêneyeke bêzuhr bidin hinekî din jî tiliyên xwe dirêj bikin ezbenî meyzênin, odeya mêvanan bû ew dera han vekirî bû. hinek hatin tê de man carinan hinekan jê hez kirin êşandin xûz bibin lê meyzênin qala dilê min kir me ezbenî qesrek bû belam kavil bû di vê serpêhatiya ku hey dirêj dibû de xwîn ji wir kişiya ji piyên min hatin ezbenî baran bibariya min rondik nedidîtin êdî min heq kir. ji min derbas bûn çûn. min nekir ax min nikaribû ji pêsîra xwe bavêta ezbenî: dilê min bû nema çu wêrekiya wî xwepîjkirî bû û tirsonek bû belam mîna lehengekî me jê qal kir carinan dilê min ku ditirsiya lêbelê ji xwe- revok bû. dereweke kevnezarokî bû gelekî hat birîndarkirin bê guman takezarokê min bû dilê min takezarokê min bû dilê min ne tîtal ne jî nûciwan bû êdî seraqet xwe mişextî çîrokên evînî kir bi zar ve kir; şûmek bû ku meyt li dû xwe dihiştin diçû bê ar bû di hinan de: carinan xwe li dûvpişktiyê radikişand xedar bû li pey hev digirt her qîrîn radixiste nivînê xwe: dilê min bû kemanên şikestî difiroşe niha di binê guliyeka şikestî ya daregulê de dilê min bû nedibû ew strana reben a ku di bezma we de pêşkêşî sazbendan dikirin, di jiyana xwe ya berê de germ bû. wekî jazzê li şewatekê dikir belam her ku di tenêtiya evîn û xapandinê de hate hesibandin ariya ku didêriya her bayî her ku nehate bihîstin strana wî ya ku li wan çiyayan xwîn jê diçû her ku nehate bihîstin strana wî ya ku li wan çiyayên min xwîn jê diçû li wir deng jê biliya ezbenî li xwe hat dilê min dilê min bû li şewata xwe hat dilê min bû. kemanên şikestî difiroşe niha diltezîntirîn ciyê stranên cudayiyê takezarokê min bû dilê min me xerab lê anî ezbenî dengê xwînê bibirrin lawirê birîndar ê ji ber evîna we mayî: ez bi diltengiya golên xwe li çiyayan girtî axx hişyar dibim her şev dengê çolê tê min hûn dibêjin welat erka hemwelatiyê ye çi ye gava ku şevçira dikevin çiyayan, mirinê mîna wê qîrîna hişkîhola dişikênim xwe û mîna lawirekî birîndar ê dawî dikim helkehelk bi birîndarlawirî dikim helkehelk di daristana we de dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bib.. di wî kefenê bo gunehbariya xwe dojeh de dişewite rûbarekî xeyidî ya mişextê leneta welêt xwîn jê dikişe navê diherike xwe bi dilşikestî bi diltengiya golên xwe li çiyayan girtî pirs dike dixwaze rabe ser xwe û bibêje gelo bi qasî bê bi qasî stêrkan balindeyan xwezî min ji bîr bikira bê ez ji kû me ji bîr ayê xizanan e ev kî ne birayê kê ye besso na gonî biqendo na gonî biqendo lê şerm dike hêla min a bi qîrîna gel birîndar şev dîsa bi mirinê ve digire ser wê xewna heyvî dikumişe bi ser min de nalîna bayê çiyê xwînî ye ew şewateke daristanan a geş û gurr e miriyên ku pirsan dikin jî dixwazin bipeyivin me ji bîr kir bê em ji kû ne gava ku mirin em qey ji bîr dikin hûnên evdal ên ku hê jî dijîn min dixwest ji bîr bikim her min dixwest em ji bîr bikin basta de sagre basta de sagre basta de gelê bi qasî şeva ji heyvê bê par bextreş ê li nava vê gumîniya xwînê ya ku dinizile bixurê ê di por de bi temenê bidarvekiriyan ê ku spî dibe axx axx gelê bi qasî celadên xwe bêtawan û giran gava ku rehên mermerekî jî diqelişin xwînê gez dikin zarok ji navên zebeşan ji vî bayî ji vê xizaniyê ji vê keserkêşanê kî ne deyndarê xezeba xwe ye ku bê deng dimînin wisa dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bib.. qey ne kurepista raperînê ne rûbarên binê erdê min guman e ji ber ku xwîn mezin nake wê nêrgiza wê binefşa belek a ku radimûsim pirsan dikin çavên min ên bi êşê hatine talankirin qey ne xwîn e kevnartirîn tawana mirov a ku li ciyên rûkê dinyayê yên ku diêşin digere ji rûbaran ji balindeyan heta ji evînê jî bêtir bi dengê xwe derkeve derve derkeve dengê xwe û bibêj bes besso na gonî biqendo na gonî biqendo axx ewên ku li ser navê welêt li peristgeha xwînî dijîn ewên li ser navê çav di çavika xwînê re li me dinihêrin bibirrin wî dengê xwînê ez bi şûn de bidime we bêhna lewenteyê ya di zarokatiyê de jibîrbûyî bes bibêjin ne xenîmet e wijdana we çiqlekî ku hûn xwe pê de dardabikin jî namîne guh bidin daristana we şewitandî dê we jî bişewitîne bes bibêjin bes bibêjin ez bidime we xewnên che basta de sagre basta de sagre basta de.. ku bipeyivim bera xwe didim dibim qesas tawanbar im bi qasî gel sirgûnê rûkê dinyayê me lê ku teyrê kendalan be ziman şûrê eceman be û ku bi xwînê dayne tixûbê her welatekî ku zêde bike mirin qîrînê di şikefta dîn de tê jibîrkirin bi vî awayî ev lalûtetiya min a zarokî di şêtiyeke wiha de çawa winda dikim dengê xwe zimanê min lal û dilê min qereçî qîrîna kerran bi dengê xwe derkeve derve derkeve dengê xwe û bibêje bes bi diltengiya golên xwe li çiyayan girtî axx dîsa ji xewnereşkekê hişyar dibim li dengê we wa ye diçirrin rehên dilê me rojname jî nayên xwendin seranser xwîn in lomeyan li xwe dikim xwe mîna wê qîrîna dilşikestî dibim meytekî ku li kuçeyê hatibe jibîrkirin û mîna lawirekî birîndar ê dawî dikim helkehelk bi birîndarlawirî dikim helkehelk di daristana we de dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bibirrin dengê xwînê bib.. reqaseyên cejnê û darbirr wext e: wextî em ji şevê derkevin janino. em royê nas bikin berê ku em ê ji daristaneke dawî dakevin deryayeke xwerû. li gel wê kevnestrana jazzê ya bi qasî daristanê. em ê bigihîjine balindeyan bîskekê bi şûn de. wê li rexê rê bi lex me ve were ew kuhnar. ji me re eyan bike belkî. çima hergav dirgav ji vê çavkaniyê derbas kirine çûne. gelo li perava wê werşeqek. em hebekî huş bin. daristan ku stranek bû xwe di dengê me de veşartî. me jenand em derketin hatin dê vê yekê eyan bike belkî darbirrek: vanên li perava xwe hildide diwe kê derê rûbar. gelo wê eyan bike derya. çima ye ev xumînî. kûr. gelo hê di kûr de hatiye jibîrkirin ev qîrîn. ji yên kevin de. li ciyê ku aliyekî me yê bi qasî mirinê kevin lê mayî. aliyekî me ew çiqlê kuhnarê yê şikestî ew aliyê me strana jazzê ya kevnedaristanî. hevrê suphi nejat dimirin dîsa. ev stranek bû me di dengê xwe de veşartî. qewl kevin bû rê kevin bû. em hatin daristanê em hatin lê deng nebiliya ji vê birînê. hê duh bû: çi ye me ji serê kevaneya bozdoğanê avêtibû: qutiya colayê nebû her hal mir ew lawik mir ew lawik mir ew lawik mir ew let’s go gotinên cejnî em bikevin kêf û eşqê em ê ji bîr bikin dîsa ma me bi qasî ku em ji bîr bikin kuştin nedîtin lo temenê me ma me eyloyê çarîtiyê yê duserî veneşart di rûbleyê de. ma dîsa lo temeno ma em nebûn mûsayê mobîlyefiroş me jina xwe kêr nekir. axo temenê me yê ebeboz. ma em bi telaqberdanê vala bûn ji mirovahiya xwe. lo temenê me. bûn mêrekî qetilxwîn destên me me şîrqande rûyê te hey şîrqand ma me di rûyê xwe de dereke ku were ramûsandin hişt lo temeno ma me di rûyê xwe de dereke ku were ramûsandin hişt lo temeno temenê me: mir ew lawikê çêjbehîvterk. mir. gelo em dikarin bigirîn li ber stranên midnight moscovê an jî da-da volgayê. stranek bû me veşartibû di dengê xwe de ew mirina behîvterk. çavên me heyama payîzê. em derbas bûn hatin. dibêjin îro cejn e let’s go reqaseyên cejnê. altogether. em herine dansê çawa hebe her yekî me bi kêmanî mûsayê mobîlyefiroş em hatin. gava ku dihat xumînî. kûr. aliyekî me suphi beriya ku nejat bihata kuştin. derya bi xumînî dê eyan bike vê yekê belkî darbirrekî li perava rûbarê daristan dîsa ew ew jazza berê û rê serbiserî termên pisîkan wextî em ji şevê derkevin janino. wê ro hilê xêlekê bi şûn de pûşper: ma wê temenê me berra nas bike evînê.. bêhna baranê ya ku diçizire şerava we gelo hûn nas dikin: kevnebêhneke baranê bûm gavadin lawirekî birîndar ê ji ber evîna we mayî ez: ew parzemîna kevin a ku tim tê peymalekirin bûm bêhnebaranek paşê a ku diçizire şerava şêniyên kuçeya misê* ranêzîk bin. hûn ê hê nas bikin ji birîna we li cem min jibîrkirî ranêzîk bin û bibînin ez ew tramway im hûn jê peya dibin gava ku derbas dibe zarokatiya min di saint-denisê re ez ew dilbestiyê eluard ê dilşikestî me hevriyê dinyaya we ya derewîn zarokê evîna we yê lalik û kirmanc kevnebêhneke baranê ya ku diçizire şerava we ez. qey ew bûmeranga hoveber ku ji nava we avêtine dûryanan qîrîneke esmer î di nava xwînê de bim ew kozmonotê di bêdawîtiya fezayê de jibîrbûyî bim qe vedigerim êdî tune atlantîsa min êdî tune welatê min ê berê ranêzîk bin. hûn ê hê min nas bikin ji ciyekî her wekî qîrîneke esmer î bi pêsîra we ve ji şeva zarokê tînerkêş ê li ber derê we lê hûn ka hûn guh didine min xwelî li serê min. ma qey we qet nebihîst ku bi qasî lawirekî tenê me di nava we de, min digot. we bihîst bi qasî wî tîmsehê kor nikaribim bibînim wî ciyê wan çemên min ku we daye ber kêran xuya ye tune atlantîsa min tune welatê min ê berê ranêzîktir bin. hûn ê nas bikin ji bajarê xwe kirmancekî birîndar î me li wir jibîrkirî dilê min bû ew, gorî evîna we bûbû niha qey tenê ye niha qey pera ye ku hergav hildiweşe qey ewa ku bê rawestan pîr dibe ya ku her hildiweşe di mihesereyê de ya ku her hildiweşe dibe bar ya ku bê rawestan tijî dibe bi heytehola derewên me ez: we nas kir ew parzemîna kevin a ku tim tê peymalekirin we nas kir kevnebêhneke baranê bûm gavadin ez: lawirekî birîndar ê ji ber evîna we mayî * Kuçeya Misê (Mis Sokak): Kuçeyeke li Teqsîma Stenbolê, ku bi pirranî cîgehê kurdan û çepgiran e. Yek ji wan qelebalixtirîn kuçeyên navçeya Beyoğluyê ye. (têbîniya wergêran) ji hinavê min heywax radiqete li şûna ku bigihîjim tiliya xwe ya şikestî ramûsim ji hinavê min heywax radiqetin perav digindire bi ser min de evînên ji xîzê bayek bayek vê berê êvarê ev çi ye qey dişewite samos dişewite ew daristana dawî ji dilê min jî agir ranêzîkî cebilxaneyê dibe di hinavê min re pêt dibûre heywax radiqete samos li peravê bi qasî xîzê spekulasyon, derya gelo em cuda bûne gelo em ê cuda bibin niza’m çi gelo ew şewat derbasî vî rexî nebe niza’m çi gelo evîn dipeke ji rexekî bo rexekî din gelo qe diqede evîn minminîk jî tiştek e qey bibûre lêlê daristanê: rojên payîzê yên pêşîn im. xeşîm di hinavê min re zarok dibûrin heywax radiqete, derya bîranîn e, bişewitîn vî fotrafî bîranîn e, dema ku di şeveke bêheyv de xencerek bê rawestan pirtîpirtî dike dilê xwe dikeve rê û dirban ji nişkê ve bê bîranîn diherike rûbarên bêxew di bîra min de ye bi qîrîna masiyên di toran de vedigerin pêl axx keştiya çûçkanok ez ji kê bipirsim vegera te nîne, dibêjin stranên ku tu jê hez dikî û dibe şewat dem dibe hişavêtin huşbûn û girîn ku di stranan de li dengê te bigerim her ku diçilmise fotrafê te dibe xencereke xayîs qey lîla ye evîna te dibe kêrek ew bîranîna te ye û dibe kendalekî ku ji wir de agir pê dikeve hê hînî çavên te nebûyî di sêhra wan çavên ecêb û hevrê de agir bi daristanê dikeve gurr dibe ev şewat: nermika bi zerekî şahbanûyî yê kavil ê li rûyê te tê herî dibe kavil bi ser qîrîna rojê ya qubeqaza xemgîn de geh digirîn geh dikenin bengiyên dengê min dilê min ew matmayîn li herasa rûyê te tê herî wê ciyê xwe biguheze biweşe pelek heyv mezin bûbû evîn mezin bû: di bîra min de ye baran barî gava ku tu çûyî êşiya bû lehî kire cerd û curd rhein serma kir li ser wî çiqlê şikestî tîtirwaskek semax nekir dilê min li wir tu kêra lîla min kire gazî, kendal be welatê te hilde min got bihere balindeyê kendalan bîranîn e dengê min di vê şeva bêheyv de dilê xwe pirtîpirtî dikir ji ber ku wê kêra xayîs ez şibiyam dengê di wê qîrîna te ya lal û kerr de li perava baltika deryaya keştiyên noqbûyî deng ji me biliya ji nişkê ve ji devgerê ket ew ba emên ku zarokên evînê yên lalûte bûn belav bike porê xwe yê heyvbanûyê hûnandî û bi katjimêra baranê li ber destê sibehê bişewitîn vî fotrafî, heke tê herî çi qas biçilmise ew ê agir berde dil bîranîn e, bişewitîn bişewitîn vî fotrafî bîranîna te ye ji ber ku bişewitîn wê bibe çîroka payîzî girîna bi pel re ku bawer kiribûn zarokên dilê min ên dilpakane dînên hişê min dengên bengiyên ewran çawa xwe bigirin li qurmê jiyanê çawa xwe bigire li çiqlekî şikestî yê darekê pelekî dawî min xwe girt li wan çavên te yên ecêb û hevrê li wan çavên te yên hê hînnebûyî derdikevin serbûriyê tu çûyî sirgûniyeke reş î bi qasî şeveke bêheyv -lê, ku em di ber dîwarê li binê dara şahberûyê re herin kê derê derewbûna me li stargehê gava ku em wekî qîrînekê dirêj dibin li rex hev ku em li rex hev herin bi kû de hê di mihesereya evîneke dawî de mîna wê strana mahûr em bê war in em hejar in. Ku em herin, wilo ji dilê xwe yê ku di avan de dixeniqe hê bi kû de ku tunebûye taveheyva şevekê wekî din çiyê wê xwe li baristanê digire di bîrê de huş dibe dem reşgirêdanên me mîna hev in bişewitîn vî fotrafî kenên me mîna ên berê ne: heke tê herî her ku biçilmise wê biêşe bişewitîn, bîranîn e li çûyîna te rûyê te zerê şahbanûyî yê kavil gelo esmanê balindeyên me yên bêkes e rûyê te belav bik şewatê bila nemîne paşê ne bîsk ne bibîranîn, hew: em ji bîr bikin saw û sepeta xwe derxîne ji dexlika ji dara sendelê li ber stranên dawî bişewitîn vî fotrafî ku li wir bibim çiya ba te bikim hê xwe li qîrîna bêyî te bigirim gelo wê kin bibe temenê min: bila hê kin bibe min sêwirand ku bibim rûbar li aqara evînê ez li dengvedana dilê xwe geriyam bi wî dildarî ve di bîra min de ye ji wan rojên min ên dîliyê ma niha evînqelînok e dema evînê huş bû bi şeva bêheyv re: bila huş be hê evîn ku ji temenê me re kêra lîla ye êdî diyar e dawiya çîroka bêderew nîne bi katjimêra baranê li ber destê sibehê bişewitîn vî fotrafî, bîranîn e di toran de bûn qîrînên masiyan pêl axx keştiya çûçkanok ez ji kê bipirsim veger jê nîne, gotin stranên ku tu jê hez dikî nexwe em bişewitînin vî fotrafî bişewitîn: ji ariyên xwe dibe ku ji nû ve ji ariyên xwe dibe ku ji ariyên xwe.. bîranîn e beşa V. biyekdengî “paşê.. şûrika ji ber demê dihate kişandin bû kêlî û nîv vebû derî sosin raperiyan ji hindav de baskbeza bûn tîtirwask” dilqê te ji çiyayan re dilqê te li çiyayan kir navê te li zarokan tu gobiliyî bi dilsozî te hez kir bi sorhinariya şervanî helbet te ji sirgûnê re got welatê evînê yê heznîtiyê dema ku agirê newrozê bûyî ‘hevalê’ min bûyî li ber mirinê bi yek dengî bi hesreta stranên ku me jê hez dikir dilqê te li çiyayan kir navê te li zarokan ji sonda me re ma dilê te bi teyrên kendalan re çûyî lê te ev qas rûbar li gel xumxumê hevsalên xwe li gel ev qas şewatan li gel evînê ji banga welatê xwe yê birînmirî re hişt dilqê te li çiyayan kir… li şer û cengê navê te girtîgeha bursayê ya tîpa taybet, 1987 hezkiriya min selvî êdî nabile ev jan sirgûn neke da ku nas bikî dengê min ê xeydoke ez bîroke me selvî sîsirkê ku ji dengê xwe re pênûsê dişikêne ji bo ku anteros nedarizîne te min pirr hewl da ku te bibexşînim dilê min ê xemgîn her gav ne birayê sebrê ye wer min meêşîne carinan ez dibêjim qey tê di min de dimire ev dûvpişka xişîm tirsa min lê ye bi şev daqûl hatime rûyê te nikaribûme te ramûsim da ku fêm bikim çima di nava te de winda me dibişkivînim şifreya şevê tu nebê sedema pêşîn tu bûyî te kişandiye perdeya reşçirayê ji nişkê ve dibim çiyayê xezala xwe dayî revê dirêjî heyva te ya çardehşevî dibim dibêjî hez bik ji reva min di paşila xwe de bihesibîn şîn germ ji deryaya spî taveheyva ku dida rûyê te ji bîr meke jixwe ez tavegulê ji bîr nakim heta ku pînoş bi dar ve neke santîago bibexşîn êdî pevşabûna min a no te ji bîr kiribe geletek maçî bik cênîkên zarokan ên xwêdayî bi bîr bîn min carinan bi ewrên bêdengiya baranî derbas dikir ji çavên te yên beytik te ji bîr kiribe bibêje ez ê amade bikim sîngê xwe bo bêevîniya bi têra xwe wê bimîne bo zepta ariyê bextê min li wê derê bibim yê ku were bibîranîn belkî ku tê ji bîr bikî bibêj di wê kêliyê de bikaribim bigirîm bila biteqe ev çek an na ev birçîbûn ev qubeqaza nezan an na ev helbest dê bihincirîne min an na ez ê bibim xweberdayê te bi destbelaşî biserifînim helbesta xwe di devê te de bêyî ku bixapim bi baranê ez ê bişewitînim rûkê dinyayê bibihîze hezkiriya min selvî girtîgeha bursayê ya tîpa taybet, 1988 pûşpera gêlazan çilmisîna li keviya evîna veşartî nebû enqere sinca ku bi bêhna xwe dixirxitî bû te digot qey di pûşpera gêlazan de ku min dil hebû rabûma bi ser we de bihatama dibe ku bê bîra we min ji ber kiribû navnîşana we we guledersîm danîbû ser şaxa dilê min tu ji çiyê ketî were ser sîngê min û vêsa xwe bigire we gotibû ka min ê çawa ji bîr bikira nedibû ku we rûbar sewsî bihiştana li dû xwe ji bîr bikira hûn biçûyana bê bîranîn nedibû bi xortaniyeke ku pê re negihandiye bibe bîranîn ez berêvareke tavêlêxistî bûm li ber deriyê we derketibûm pêşiya we min bi qasî îro bi evîndarî hûn dabûn bişirandinê ji nişkê ve zarok bû bişirîna we û dîsa stran bû devê we qey riya te ji çiyê bi sîngê min ket, vêsa xwe bigire were… we gotibû, ez dîsa hatim di pûşperê de serhatîperest bûm min bextê xwe girtibû ser xwe we cî vekir di nava refê xwe de bi wê evînê kemilîbû dorpêça we êdî radestê we bû vebeyana dilê we serkêşê mamikê yê di germa çalakiyê de bi wî awayî radestê we hişyar bûm ji şevê min hez kir şilfîtazî we destê min xwestibû tê gihiştim lê ka ewrên we qey wê li hawara min bihata nivîsandin ev strana wextevîn tê bigihîjin kêliyeke bi gullebarana ji çep û rast de û bi axîn bû wê netebitiyana balindeyên ku we li ser sîngê min ji bîr kir li destên we yên gaziya pûşperê nekira xatirxwestin li evîna we geriyam gelekî hesret gelekî bê eman we yê tayê porê xwe yê ku min dest tê dabû jî hilaniya ma jixwe ez ê dîsa nehatama di pûşpera gêlazan de ma jixwe min ê bişirîna we jî li kar nedîta di ezbera min de tunebû dermanê jibîrbûnê, ne xalî bû ev welat: ez ê winda bibûma we navê min çima nepirsî girtîgeha bursayê ya tîpa e, 1985 têbîniyên jinekê yên cihêbûnê I. wateya xwe nîne xwe li salnameyan bigirim ku bimînim ciyê min nîne: tê gihiştim ez ê biçim: çawa ye ew cudayiya bedew bêyî ku mirov nas bike II. min got; dorpêça te min diwestîne destê te hîç behs nake ji min av nabine deryaya spî gava ku devê te daqûlî sîngê min dibe min got qe nebe bila ew cudayiya bedew be ya me ji ber rokirin pîvandina paşêya wê min ne evîn peyda kir ne jî wext ji bo ku jana te bibim ji e’mir (tev ev bû min dixwest ku em bi hev re rizgar bibin ji vê têkçûnê gava ku em bêtir bi xweparastinî dimeşiyan li ser kevirên peyarê gelo bi wê pirrjibîrkirina destên te yên westiyayî ji têperîna wê ya di gewdeyê min re êşiyam jixwe lap tenik bû dengê min min bixwesta jî êdî nikaribûm bimama di seqaya te de silikîn derbas bûn di destên min re jî min xatir nexwest cihê bûm… bêyî ku hîç nas nekim bê çawa bû ew cihêbûna bedew) III. şêtbûn bû darizandina pêşîn her ku gelek zar û zimanan erz şikênand gava ku texîr kirin danişîn em dîsa man bi zeptnameyan ve min azweriya xwe ya kuştinê jî texîr kir wê hingê dereng ma jinbûna min a sermanşetî çawa ku trên li bayê bezê meqesê diguheze wilo jiyana ku evînek lewitandibû dê çawa derketa paqijiyê, min nizanibû wateya xwe tunebû min xwe li bîranînan bigirta stara min tunebû: min nepirsî bê wê çawa reş nebûya neçilmisiya ev e’mrê min ê terrûteze ne wiha be gotinên min hebûn bo dîroka ku janan dide hev bo rojenivîska min a binalenal ku divêm biqîrim dengê wê bibirrim heke em ê cihê bibin, beriya sûretê dîrokê yê mêrane zarok çawa dixeyide çawa heznî dibe çem wilo bi tenê IV. min ceriband, ne mecbûr bûm bişibiyama yekî din min hez kir bi hertila xwe şop gerand bi tavê bi bişiranê bi ramûsanê kî bûya wê biketa ber bayê wê wîtewîta qumrîkî şilfîtazî bi sabiqe bûm jixwe pê xapiyam bi dest xwe re fena mirovê ku li ber sikratê jî dotira rojê disêwirîne bengî bûm (av zelal bû, bextê min bû hezkirina ku her zêde dibû bi kêmbûnê pêxapîn paşê şikestina dil hûrik hûrik û cihêbûn ma ilim ji bo ku bi kesine din re li hev bim tevî qerebalixê bûm bi buhayê ku nalebar neyêm hesibandin) V. gava ku yek di nava qerebalixê de evînê dixwaze wekî tiştine doşanî heke min ê her xwe bidaya: heke dîsa ez ê hezkirina xwe bidime derewa bazirganan na, bila canê jiyanê sax bibûya min ê bikaribûya kokqelandin ragirta (paşê.. pak barîk bû baran dibû ku xwîn biçûya ji sîngê min dibû ku bitebitiya goga erdê lê, tu hatî paşê tu hatî lew eşkere dibêjim va ye êdî nêzîk mebe… bibêjim ez ê bi xatirê rojenivîska xwe ya xeydok î kefîlê min e, ez ê biçim ez ê biçim lê bêyî ku nas bikim bê çawa bû ew cihêbûna delal) girtîgeha bursayê ya taybet, 1989 beşa VI. ba û seqaya gulê “jiya kemanekê gulên welatekî ku tê kavilkirin temenê me” ba û seqaya gulê na, nebê hûn bibêjin me nedît, nebihîst, nizanibû derew çêdibe, yên me gişan bûn ew rojên mirinê yên sermanşetî û ba gava ku vî bayî mirin belav dikir li welatê we, xwelî û xwîn dimirîm we nedîtim ez gava ku ez bê kes dihatime veşartin li min bigerin, derîzindan ne ciyek e ku hûn nas nekin dilê me bila nebe gora termê xwe yê bixwîn windakirî yên ku şev nîvê şevê devên tivingan bi pelegoşka wan ve dibirin ma ne ji kolana me bûn ma ne ji bajarê we bûn qey me nebihîst ew qas sewta xwînê welatê we yê ew qas mirî derew çêdibe nebê hûn bibêjin me nedît, nebihîst, nizanibû dema ku ev welat seranser îlon bû û ba mirina we jî bû ev, êdî ne jiyan e heke neherike rûbar bê hukm e bê dîrok e temen wê hez bike qey ‘jiyana ku nebîne nepeyive nefikire’ hûn bûn û ne şermezarkirin e ev bi tenê pirs e cîhanê ku mêjiyê wî rijiya ser peyarê çawa mir ew can ew qaska sal çima minminîkek danenî ser porê we şermezarkirin bi min nakeve lo, divê ji we were pirsîn carekê jî hûn gilî bikin ez ê guhdarî bikim û bidin liberxistin çawa ‘tam gava ku tê gullebarankirin bila bê rizgarkirin partîzan’* (…) roj ê bê biguhere ba welatê min ê bibe seqaya gulê dilgulên ku xwediyên wan dîrokê dinivîsin ê dakevin ji çiyê girtîgeha bursayê ya taybet, 1986 * nâzım hikmet rojenivîska hêsîra ariyan li dûr sardonya dibişkive û gava ku dibe kilam di devê te yê zarokî de dişewite dîwarê ku sedûçilûheft komunar li berê dane ber gulleyan bi dûr dikevin stêrk bê sedem namîne mirin ranagire giraniya helbestê dengê min bê sedem namîne mirin, gava ku pala xwe dide vartînîkê dîroka min nikarim derbas bibim herim êdî dîlên ariyan in rojenivîskên min gava ku sifir bi buhayê jana bêtir li têlê têye ceribandin nikarim di çiyayan re derbas bibim herim gava ku bi trênan mirin têye çeka lavê gulle û dorpêç da ku bêbextî û altaxî kenê devê min ê rêbirr bifiroşe êdî naşibe paleyê ku bêndera wî lalik e dengê min hîç dilê min e demê dijî ku duhîrosibehê şer û pevçûn ku derkevim bêm ji nava têkçûnan hukmê dilê min e ev wê arî bişewite biperçiqe şev û li dûr dîsa bibişkive sardonyayek tev girtîgeha bursayê ya taybet, 1987 payîz I min ji bîr nekir ew rûyê te yê benderabad ê tengekuçeyî II bihesibîn ku çol bû ew welat te darên zeytûnê diçikandin li rexên riyan jî sinc te bar kir çûyî paşê talan bû barê te III ji xwendina helbestên dîjleferat ji refê evînê yê rûdersîmî qey te bi derewan hez kir: bila ez şaş bim êdî bila nas bike te gêrik jî zilamên temenê min ên saxik jî IV bila ez şaş bim û bila dîsa bimeşe birîna min a gulane xwîn heke kirêt bûbe bi payîzê re îlon, rûyê te bû V payîz bû qey ez bibêjim şîna westana berwext beyaniya pêçeka dîwaran a çilmisî esmerî siya te bû ez bibêjim VI pê dizanim, ez bibêjim bê hay e şev heyv bû hiltê carinan firyara nîvrêmayî bû (…) X ku ji bîr bike wê kêliyê, bibêjim heznîtiya min a êxsîrketî bû ji bîr kir jî wî bajarê mêtingeh ê tengekuçeyî rûreşiya xwe girtîgeha bursayê ya tîpa e, 1985 lavayî destê xwe datînim ser cênîga xwe bê deng dimînim ku tu bipeyivî bêyî ku qet dilê xwe bikim dikarim xwe bavêjime mistên te lavayî bikim ku tu çêlî çavên zarokekî ku bavê wî hatibe girtin bikî girtîgeha bursayê ya tîpa e, 1984 welatê min bi kû de welatê min ê çiyayên wî yên binefşî xwîn berî li sirgûniyê tu yê bibî koç wê bê kilam bimîne dersîm ezê ku bêm wextekê ji wextan wê bê welat mezin nebe dengê min meçe sirgûniyê wê ji navê rabe zivistan perengê êgir bikeve xaka te wê nêrgiz bibişkivin tu yê bibî havîn welatê min şopan bihêle li çiyayan wekî hukimran ezê ku vegerim wextekê ji wextan arî, wê vegere agirê xwe wê dayne êşa min bigihê zimanê xwe yê zikmakî dengê min dibe ji çiyê dagêr bibe gullebaranbûna min ez ê bikevim ber simbilan bi birîndarî ez ê neçim, bihara te bipêm welatê min bi kû de girtîgeha bursayê ya taybet, 1987 temenê me di navbera mangirtineke derengmayî û zindaneke pîrbûyî de temenê me gava ku qîrîn dida rojên man û nemanê mîna babirrekên li deryayan ên bi destên zarokî çêkirî ji bo ku em qaydeyan ji bîr nekin her peyveke me stranek jiya kemanekê gulên welatekî ku tê kavilkirin temenê me girtîgeha bursayê ya tîpa e, 1985
|